Nûçeyên Iraqê

Elmaniyek ji ber wênegirtin li gel serên jêkirî li Sûriyê hate giritn

Dadgeheke Elmanî roja Sêşemê (12'ê Tîrmehê) kesek bi tawanên şer tawanbar kir,piştî ku ew çû Sûriyê ji bo şerkirin û wênegirtinê li gel serên jêkirî û veqetiyayî yên du şervanên rejîmê, AFP ragihand.

Ariya Lacidvardî, ku 21 salî ye, cezayê zindanê ji bo du salan xwar, ji aliyê dadgehê herêma Frankfort ve.

Dadgehê bihîst ku Lacidvardî, ku li Elmanyayê tudrê bûbû, herî kêm çend heftiyan di destpêka 2014'an de çû bo Sûriyê, ku ew li wir tevlî milîseke ku bi navê Vedat V. hatiye naskirin, ku heta niha serbest e, bûbû.

Di Adarê yan Nîsanê de,tudrewan di nav de Vedat V. êrîşî xaleke artêşa surî li nêzkî bajarokê Biniş li parêzgeha Idlêb kirin, herî kêm du kom dîl hatin girtin,serê wan jêkirin û bi şîşên hesinî veqetandin.

"Kesê tometbar ligel serên jêkirî xuya dibe û sê wêneyan dikşîne, daku tinazên xwe bi miriyan bike û sivkatiyê bi wan bike,yên ku wî ew weke 'kafirên bê şeref' dihesbandin,"dadgehê di daxuyaniyekê de got.

Lacidvardî mukur hat ku wî perwerdeya çekan dîtiye, lê israr kir ku ew beşdarî ti girubeke tundrew nebûye di dema serdana xwe de ji bo Sûriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500