Nûçeyên Iraqê

Bi dehan kes ji ber dorpêçkirina Medaya ji aliyê rejîmê ve ji birça dimirin

Dora 86 kes di dorpêçkirina bajêrê Surî Medaya de ji aliyî rejîmê ve ku salekê berdewambû mirin, di nav wan de 65 ji birçîna û bedxweriyî, du rêxistinên nehikûmî roja Sêşemê (12'ê Tîrmehê) gotin.

Komela Pijîşkî ya Sûrî Emrîkî û Nojdarên ji bo Mafên Mirov gotin ku dorpêçkirina ji aliyî rejîmê ve sedema mirinê bû, AFP ragihand.

Medaya, li parêzgeha Şamê ye, di dawiya sala 2015'an de bala civaka navdewletî kişand piştî raportên ku gotin şêniyên wî bajêrî ji ber kêmahiya xwarnê ji birça dimrin.

Piştî wê demê we, çar karwanên alîkariyê derbasî bajêr bûne, lê ew du girûp agahî dan ku ew ne bes bûn.

"Sala borî, wêneyên nayên wesfkirin ên zehmetiyên Medaya di medyayê de belav bûn, û me hêvî dikir ew sedemek be ji bo destpêkirina çalakiyekê daku alîkariyên ku jiyanê diparêzin bigehin bajêr," Elîsa Bekir ji aliyê Nojdarên ji bo Mafên Mirov got.

"Lê karwanên mirovî yên NY ku di dawiyê de gehiştine Medaya nikarîn weke pêdivî xwarin, derman, û alavên pijîşkî ji akinciyan re peyda bikin," Bekir got.

Tê texmînkirin ku heta niha 40,000 kes di nav bajêr de dorpêçkirî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500