Artêşa Iraqî du gund li el-Geyara, li başûrê Mûsilê ji "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) rizgar kirin.parêzgarê Neynewa Nofel Hemadî roja Sêşemê (12'ê Temûzê) got.
"Piştî şerên bi DAiŞ re,hêzên ewlekariyê yên Îraqî,bi piştgiriya hevpeymana navnetewî Cehla û Zihêliyê,li başûrê el-Geyara rizgar kirin," wî got
"Herêmên din li el-Qeyara,bi taybetî deverên nişcîbûnê û pîşesazî, dibe ku di saetên pêş de werin rizgar kirin" wî got.
Hemadî anî ziman ku hêzên Iraqî oda operasyonan amede kirine ji bo şîretkirina malbatên herêmê li ser korîdor ewle ji bo derketina ji herêmên şer.