Nûçeyên Iraqê

Êrîşa DAIŞ li ser pîrozgeha li bakûrê Bexdayê 40 kesan dikuje

Êrîşeka teroristiyane li ser pîrozgeha Îmam Mihemed li Beled, bakûrê Bexdayê, 40 kes kuşt û 74 kesên birîndar kir, AFP li ser zimanê berdevkê wezareta tenduristiyê Ehmed el-Rudeynî ragihand.

Pîrozgeh bi moşekekê êrîş li ser hat kirin, piştre bi xwekujên ku unîformên hêzên ewlehiyê li xwe kiribûn, berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Yehya Resûl got.

Hêzên ewlekariyê gule berdan bombekiriyan, ku nikarîbûn derbasî pîrozgehê bibin, du ji wan xwe teqandin, û yê sêyê hat kuştin, wî got.

Êrîşê bû sedema agirgirtinekê ku zererên mezin bi sûka nêzîkê pîrozgehê gihand.

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di daxuyaniyekê de êrîş li sitûyê xwe girt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500