Nûçeyên Iraqê

Amerîka û Rûsya dê hevahengiyê li Sûriyê 'xurtir' bikin

Amerîka û Rûsya roja Çarşemê (6'ê Tîrmehê) ragihandin ku wan li hev kir ku hevahengiya serbazî di navbera herdu welatan de li Sûriyê "xurtir" bikin, AFP ragihand.

"Herdu aliyan tekez li ser daxwaza xwe ya hevahengiya navbera hêzên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê xurtir bikin kirin," Kremlîn di daxuyaniyekê de got, piştî pêwendiyeke telefonî navbera serokê Rûsî Vladimir Putin û serokê Amerîkî Barack Obama de.

Rûsya herwiha bang li Amerîka kir ku alîkariyê bike di cudakirina girûpên opozîsiyona lîberal ji "girûpên terorist weke Cebhet el-Nusra", wê got.

Di daxuyaniyeke din de, Koşka Spî ragihand ku herdu serokan pêbendiya xwe bi şikandina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) û Cebhet el-Nusra tekez kirine.

Herdu serokan tekez li ser girîngiya berdewamkirina danûstandinên aştiyê yên Sûriyê yên bi piştgiriya NY kirin piştî ku herdu gerên danûstandinê ku li Cenêvê ji destpêka îsal ve hatin lidarxistin bêyî pêşketin bidawî hatin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500