Nûçeyên Iraqê

Teqemenî li Diyala, Bexdayê tên desteserkirin

Hêzên Iraqî li başûrê rojavayê Baqûbaya paytexta parêzgeha Diyala dest danîn ser veşargeheke teqemeniyan ku dihat xwestin ku di armancgirtina welatiyan de di pîrozbahiyên Cejna Remezanê de werin bikaranîn, Wezareta Hundir a Iraqê roja Pêncşemê (7ê Tîrmehê) got.

“Hêzeke hevbeş êvara roja Çarşemê êlekekî bombekirî û teqemenî li maleke ku nû tê avakirin dîtin di dema operasyoneke ewlekarî de li devera Benî Saed, ku 15 kîlometran li başûrê rojavayê Baqûba ye," berdevkê wezaretê Emîd Saed Maen ji Mewtinî re got.

Wî got ku endamên terorist pilan dikirin ku teqemeniyan di nav welatiyan de di Cejna Remezanê de biteqînin.

“Operasiyon li gorî agahiyên îstixbaratî yên hûr bû ku ji aliyê welatiyên ku hevkariyê bi hêzên ewlekariyê re dikin ve hatibûn dayîn," Maan got.

Hêzên Iraqî herwiha dest danîn ser veşargeheke teqemenî û cebilxaneyan ku ji aliyê girûpên terorist ve dihatin bikaranîn li bakurê Bexdayê.

“Artêşa Iraqê operasiyoneke serbazî li el-Termiya, li bakurê Bexdayê pêk anî û veşargeheke mezin a teqemenî û cebilxaneyê dît ku 25 mûşekên C4, 38 bombeyên bidestçêkirî, 18 bombeyên mezeloq, teqemeniyên ji cure û awayên cuda, û êlekekî bombekirî,” wezaretê di daxuyaniyekê de ku bi destê Mewtinî ket got.

“Artêşê dest danî ser van tiştan û lêkolîneke berfireh derbarê bûyerê vekirin ji bo destnîşankirina xelkê ku berê xwe didan wî cihî,” di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500