Balafirên Iraqî alan û bi milyonên belavokan li ser bajarê Mûsilê avêtine ku têde qala serkeftinên hêzên hikûmetê tê kirin, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Pêncşemê (7'ê Tîrmehê) got.
“Di belavokan de nûçeyên li dor serkeftinên hêzên çekdar li Felûca û bakurê Selahedînê hene, û herwiha nûçeyên li ser şikestinên çeteyên 'Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê' (DAIŞ)," wezaretê di daxuyaniyekê de ku bi destê Mewtinî ket got.
Di nav wan agahiyan de herwiha şîretên ji welatiyan re hebûn ku xwe dûrî cihên DAIŞ ên li bajêr bikin.