Nûçeyên Iraqê

13,000 ji Menbicê direvin ji destpêka êrîşê: Çavdêrgeh

Herî Kêm 13,000 sivîl ji bajarê Menbicê li bakûrê Sûriyê reviyane,ku asêgeheke "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) e, ji dema destpêka êrîşa rizgarkirina bajar di dawiya Gulanê de, AFP rojaj Duşemê (4’ê Tîrmehê ) ragihand.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hevpeymaniyeke Erebî û Kurdî ye, dest bi êrîşa li ser Menbicê di dawiya meha Gulanê de kirin, bajar dorpêç kirin û derbasî navçeyên başûrê rojavayê di 23’yê Hezîranê de bûn.

"Herî kêm 13,000 sivîl ji destpêka operasiyonên HSD di 31’ê Gulanê de ji Menbicê reviyane," serokê Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdilrehman got.

"Piştî HSD Menbic dorpêç kir revîn zêde bû" roja 10’ê Hezîranê, got jî, zêde kir jî ku roja Yekşemê "bi sedan ji xelkê ji navçeke li başûrê bajar reviyan ku pevçûnên dijwar di rojên dawiyê de qewimî bûn".

Hevpeymaniya navdewletî piştgiriya êrîşa HSD dike

Ofîsa NY ya mirovî hê texmînên xwe yên li dor hejmara kesên ji Menbicî reviyane belav nekirye, lê belê di dawiya Hezîranê de gote ku nêzîkê 60,000 kes hê li bajar mane.

Li gorî Ebdilrehman, nîştecih bêtir ji navçeya başûrî ya di bin kontrola HSD de ji bo deverên bêyî DAIŞ ve raviyan.

Hinek ji sivîlan dema hewildana revînê dabûn mirin, wî got, yan bi guleyên segvanên DAIŞ anjî bi teqemeniyên girûpê yên çandî hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500