Hêzên Iraqî rojên Dûşem û Sêşemê sê êrîşên teroristiyane ku hevwelatî û hêzên ewlekariyê li parêzgeha Diyala kirbûn armanc şikandin, polîsê Iraqî roja Sêşemê (5ê Tîrmehê) got.
“Hêzên ewlekariyê du êrîşên xwekujî bi wesayîtên bi teqemeniyan barkirî pêkhatin vala desxistin û xwekujê kuştin berî ku ew bigihin hedefên xwe li Hebheb û Baqûba," serokê polîsên Diyala Lîwa Casim el-Saedî di konfranseke rojnamevanî de got.
Derbarê horgiliyên hewla êrîşa sêyemîn, el-Saedî got, "polîs nehişin ku komkujiyeke teroristiyane li bazareke bi qerebalix pêk bê ku teroristekî bombeyeke bidestçêkirî di çentekê de li navanda bazarê hiştibû."
Bombeyên bidestçêkirî hat derxistin û bi selametî hat pûçkirin piştî ku bazar hat valakirin, wî got.