Artêşa Iraqî 9 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di şerê ji bo rizgarkirina gundên Cubba û el-Dulab li rojavayê Enbarê de kuştin, fermandariya operasyonên el-Cezîra roja Pêncşemê (30ê Hezîranê) got.
"Hêzên hevbeş 9 çekdarên DAIŞê li Cubba û el-Dulab kuştin, û sê qeyik li Çemê Firatê û motorsîkleka bombekirî di operasyonekê ji bo girtina herdu deveran de wêran kirin," femrandarê operasyonên el-Cezîra Lîwa Qasim el-Mihemed ji el-Şurfa re got.
"Pevçûnên qutqutî lê berdewam di navbera hêzên Iraqî û DAIŞê de ji roja Pêncşemê ve hene, ligel piştgirya balafirên hevpeymaniya navdewletî," wî got.