Nûçeyên Iraqê

31 çekdarên DAIŞ li bakurê Selahedîn hatin kuştin

Polîsên Iraqî bi dehan endamên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku di pevçûnên êvara sêşemê (28'ê Hiêranê) de li nêzîkî Bêcî li bakurê parêzgeha Selahedîn hatin kuştin, Serokê Polîsên Federal lîwa Raed Şakir Cewdet got,

"Yekîneyên polîsên Federal 31 endamên DAIŞ kuştin û gelek cebilxane, hawen û wesayîteke ku tifingeke giran hildigirt di dema pevçûnên şeva borî de li el-Fitha û el-Meheta el-Herariya, li bakurê Bêcî rûxandin," Cewdet di daxuyaniyeke xwe de got.

Hêzên asmanî yên artêşê piştgiriya hewayî di pevçûnên derketî de kirin, piştî ku endamên DAIŞ hewl didan ber bi her du herêman ve pêşve biçin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500