Hêzên Iraqî yên hevbeş gundê Telul el-Bac li parêzgeha Selahedînê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" roja Sêşemê (28ê Hezîranê) vegerandin. Ev operasyon beşek ji pêşketina serbazî ya berdewam li el-Şirqat e.
"Yekîneyên ji ajansa dijeterorê û Firqeya Zirxkirî ya 9ê Telul el-Bac a li navçeya el-Şirqatê rizgar kirin, û ala Iraqê li ser avahiyên wê bilind kirin," Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.
"Hêzên rizgarker ji dûr ve çend otombîlên bi teqemeniyan barkirî teqandin û zererên mirovî û madî bi dijmin gihandin," daxuyaniyê got, bal jî kişand ku ew ji bo rizgarkirina el-Şirqat li ser pêşketinê berdewam in.