Nûçeyên Iraqê

DAIŞ bircên veguhestina elektirîkê li Selaheddînê diteqîne

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) pênc bircên veguhestina elektirîkê li rojhilatê Tikrîtê roja Çarşemê (22ê Hezîranê) teqand, vê yekê enerjî li deverê qut kir, berpirsekî polîsên Selahedînê got.

"DAIŞê pênc bircên veguhestina elektirîkê li Elbû Xeddo teqandin, bi rêya çandina bombeyên bidestçêkirî nêzîkî bircan," berdevkê polîsan Hesen el-Mecmeyî ji El-Şurfa re got.

Vê yekê hişt ku tora elektirîkê têk biçe û elektirîk bi temamî ji malan qut bû, wî got, anî ziman jî ku "karên terorîzmê û xirabkirin zererê digihînin welatiyan li Remezanê ji ber ku pileyên germahiyê digihin bêtirî 48 pileyên sêlsius."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500