Hêzên artêşa Iraqê roja Pêncşemê (23yê Hezîranê) rêzên pêşî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li başûrê Mûsilê bombebaran kirin û sê ji lîderên bilind ên grûpê kuştin, fermadariya operasyonên Neynewa got.
"Hêzên artêşê rêzên pêşî yên DAIŞ li gundê Zenawir li navçeya el-Qeyara li ser agahiyên istixbaratî yên pêşwext nîşan kirin," fermandarê operasyonên Neynewa Ferîq Necimedîn Kerîm el-Cibûrî ji el-Şurfa re got.
"Di encama bombebarankirinê de 9 çekdarên DAIŞ hatin kuştin, hevdem hinekên din jî birîndar bûn," wî got.
Di nav kuştiyan de sê lîderên bilind ên daxwazkirî yên DAIŞê hebûn -- Mihemed el-Acis, Mihemed el-Mehdî û Udey el-Elî, wî got jî.