Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî gundekî, wêstgeheke avê li bakurê Tikrîtê rizgar dikin

Artêşa Iraqî gundê Mihemed el-Mûsa, li bakurê Tikrîtê rizgar kir, piştî du rojan ji operasyona leşkerî ya ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji deverê, berpirsekî ji Wezareta Berevaniyê Çarşemê (22ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî gundê Mihemed el-Mûsa, wêstgeha wê ya avê û rêya bakur a ku gund bi bajarê Tikrît ve grêdide, rizgar kirin," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji el-Şurfa re got.

"Artêşê dikarîbû toreke mezin a mayîn û teqemeniyan di nav û li derdora gund de jinav bibe û herwiha dest bi ser hejmareke alav û çekan bigre," Resûl got.

DAIŞ herî kêm 20 çekdarên xwe di operasyonê de jidest dan, lê yên din reviyan, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500