Nûçeyên Iraqê

Alîkariyên NY digihin 5 civakên dorpêçkirî yên Şamê

NY got ku wê roja Duşemê (20ê Hezîranê) xwarin û alîkariyên bijîşkî gihandin Sûriyên dorpêçkirî li gundewarên Şamê di rojên dawiya heftiyê de, AFP ragihand.

Barên alîkariyê gihiştin Ên Terma û Hemûriye, deverên ku hêzên rejîmê dorpêç kirine, ligel deverên Hazeh, Bêt Sewa, Eftirês ku gihiştin bo wan zehmet e.

Ew civak li herêma Kefir Betna ne, ya ku tu alîkarî ji naverasta Nîsanê ve negihiştine wê.

"NY berdewam e li ser bangên gihiştina bêmerc, bêsînor û bi berdewamî ji bo milyonên kesên li cihên dorpêçkirî û yên ku gihiştin bo wan zehmet e li seranserî Sûriyê," cîgirê berdevkê NY Ferhan Heq got.

Ji destpêka îsal ve, 86 karwanên bejayî derbasî deverên dorpêçkirî û yên ku gihiştin bo wan zehmet e bûne, û gelek pêdiviyên girîng gihandine 850,000 sivîlan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500