Nûçeyên Iraqê

NY Roja Penaberan a Cîhanî li Sûriyê pîroz dike

Ajansên NY Roja Penaberan a Cîhanî roja Yekşemê (19ê Hezîranê) li Sûriyê pîroz kirin bi rêya pêkanîna gelek çalakiyên bilindkirina asta hişyariyê, AFP ragihand.

Bi milyonan ji şerê navxweyî yê Sûriyê reviyane, bûne penaber, hevdem hin penaberan biryar dane ku li Sûriyê bimînin tevî krîza wêranker.

"Ev demeke dirêj e ku Sûriye mêvandariya penaberan dike, ji bi dehên salan ve," Secad Malik, berpirsê ajansa penaberan a NY li Şamê got.

"Mixabin ku vî şerî navxweyî, krîza li vê derê, hişt ku Sûrî derkevin û li hejmarek ji welatan bibin penaber," wî got.

Şerê Sûriyê 5.6 milyon kes neçar kir ku birevin deverên din di nav welat de û herwiha 4.8 milyon kesên din neçar kirin ku li derveyî welat daxwaza mafê penaberiyê bikin.

Ev welat hîn mêvandariya 31,400 penaberên ji welatên din dike, piraniya wan Iraqî, li gorî Komîsyona Bilind a NY ji bo Penaberan.

Hejmara penaberan û kesên ku ji welatên xwe derketine li ser asta cîhanî de rekordeke nû şikand, û heta dawiya 2015ê 65.3 milyon kes derbas kir.

Amarên koçberiyê li ser asta cîhanî ji naverasta salên nodî ve zêde bûne, lê rêjeya zêdebûnê gelekî bilind bû ji dema destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê di 2011ê de.

Sûriye di pileya duyemîn de hat ji aliyê zêdetirîn hejmara penaberan ve, bi 4.9 milyon penaberî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500