Nûçeyên Iraqê

DAIŞ çend gundan ji hevpeymaniya Erebî-Kurdî distîne

"Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞ) êrîşeka surprîz roja Duşemê (20ê Hezîranê) nêzîkî Menbicê li bakurê Sûriyê destpê kir, şêniyên du gundên ku ji Hêzên Sûriya Demokratik (HSD) standin kuştin, AFP ragihand.

Çavdêrgeha Sûrî ya Mafên Mirov got ku DAIŞê komeke biçûk ji çekdaran -- di nav de kesekî ku otombîleke bombekirî diajot -- şande gundên li başûrê rojhilatê asêgeha xwe ya li Menbicê.

HSD, hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî, hin gund di hefteyên borî de bidestxistin di pêşveçûna xwe de ber bi Menbicê ve.

"DAIŞ hewl dide ku Menbic nekeve bi şandina çekdaran ji derveyî bajêr ji bo ku êrîşî HSD bikin li van gundan," serokê Çavdêrgehê Ramî Abdilrehman got.

DAIŞê xelkê herêmî îdam dike, wî got, lê tu amareke rasterast tune ye.

Hevpeymaniyê gelek êrîşên asmanî roja Duşemê pêk anîn ji bo ku berevaniyê li gundan bike, Ebdilrehman got.

Herî kêm çar şervanên HSD di pevçûnan de hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.

HSD, bi piştgiriya asmanî ya hevpeymaniya navdewletî, ev nêzîkî 10 rojan e ku Menbic dorpêç kiriye.

Lê ji wê demê ve, ew hema rojane kêm pêşve diçe ji ber êrîşên xwekujî yên DAIŞê.

DAIŞ jî li Tebqa bi dijwarî liberxwe dide, bi êrîşeke eksî ya sernekeftî li dijî hêzên rejîmê li başûrê rojavayê bajêr roja Duşemê ku di encamê de herî kêm 14 çekdarên wê û şeş çekdarên rejîmê hatine kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500