Nûçeyên Iraqê

Zîndaneke DAIŞ a nehênî li Felûce hat kifşkirin

Herî kêm 70 zîndanî di zîndaneke nehênî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Felûce ku niha hêzên Iraqî ji bo rizgarkirina bajêr ji grûpê şer dikin hatin dîtin.

Zîndan li taxa Nezal a başûrê Felûce hat dîtin, Racih el-Îsawî, biryarderê komîteya ewlekarî û berevaniyê ya hikûmeta xwecihî ya Enbarê, roja Duşemê (20ê Hezîranê) got.

"Piraniya zînaniyan di rewşeke tendirustiya xirab de bûn, gelekî westiyabûn bi sedema birçîbûn û tîniyê," el-Îsawî ji Mewtinî re got.

"Piraniya wan ji bo nexweşxaneyên meydanî hatin veguhestin ji ber rewşa wan a tendirustî û derûniya xirab," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500