Fermandariya operasyonên Dîcleyê ya artêşa Iraqê roja Duşemê (20ê Hezîranê) ragihand ku çar kempên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatine wêrankirin di operasyona ewlekariyê de li deverê Hemrîn başûrê rojavayê Kerkûk.
Hêzên Iraqî yên hevbeş "dest bi operasyonên pêşwext li çend herêmên parêzgehê kirin û di encamê de çar kempên DAIŞ li Hemrînê hatin wêran kirin", fermandarê operasyonên Dîcleyê ferîq Muzhir el-Ezawî di daxuyaniyekê de got.
Her weha 13 bombeyên bidestçêkirî (IEDs) li ser sînorê di navbera parêzgehên Diyala û Selahedînê li navçeya el-Ezîm pûç kirin,wî got.
"Hêzên ewlekariyê, li ser agahiyên îstixbaratê, di operasyonên pêşwext ji bo jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞ berdewamin" el-Ezawî got.