Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî dest bi operasyonekê ji bo rizgarkirina Zengura kirin

Hêzên Iraqî roja Duşemê (20ê Hezîranê) dest bi operasyoneke serbazî ya berfireh kirin ji bo rizgarkirina devera Zengura li bakurê Remadî ji kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Wezareta Berevaniyê di daxuyaniyekê de got.

"Îro operasyonek ji bo rizgarkirina devera Zengura heta Elbû Rîşa li bakurê Remadî ji gemara komên terorê yên DAIŞ destpê kir," wezaretê got.

"Qehremanên lîwaya komandoyan a fermandariya operasyonên Enbarê û fewca tektîkî ya polîsên enbarê, bi piştgiriya topxaneya Firqeya 16ê û hêzên asmanî yên artêşê, di operasyona rizgarkirinê de rolekê dilîzin û di şerê ji bo derxistina DAIŞ ji bajêr de beşdar in," di daxuyaniyê de hat gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500