Hêzên ewlekariya Iraqê roja Pêncşemê (16ê Hezîranê) dest danîn ser qaseke mezin a teqemeniyan ku wê di êrîşên terorî de li gelek deverên Bexdayê bihata bikaranîn, berpirsekî ji Wezareta Hundir got.
"Hêzên ewlekariyê dest danîn ser qaseke mezin a teqemenî, çek û cebilxaneyê, ligel agahî [madeyên] ku niyeta terorîstan ji bo pêkanîna teqînan li deverên corbicor ên Bexdayê piştrast dike," berdevkê wezaretê Emîd Saad Maan ji Mewtinî re got.
Teqemenî di du "operasyonên pêşwext ku bi hişyarî hatibûn plankirin" li du deverên cuda yên Bexdayê hatin desteserkirin, wî got, anî ziman jî ku 3 gumanlêkirî hatin girtin.