Nûçeyên Iraqê

28 kuştî di êrîşeke berevajî ya DAIŞ de li ser rejîma Sûriyê

Êrîşeke berevajî ya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser hêzên rejîma Sûriyê ku ber bi bajarokekî bakurê Sûriyê ve pêş dikevin roja Duşemê (13ê Hezîranê) 28 kuştî li pey xwe anî, AFP ragihand.

Duşemê zû, bi dehên çekdarên DAIŞ êrîşî cihên rejîmê li başûrê bajarokê Tebqa kirin, ku asêgeheke DAIŞ li ser çemê Firatê ye, Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got ku pevçûnên dijwar derketin, lê hêzên rejîmê karîn cihên xwe biparêzin û hîn 15 kîlometran ji balafirgeha Tebqa ya bin destê DAIŞ dûr in.

"Yazdeh çekdarên rejîmê û 17 çekdarên DAIŞ di êrîşê de hatin kuştin," Ebdulrehman got.

Ew bajarok nêzîkî 50 kîlometran dikeve rojhilatê bajarê el-Reqa. Heftiya borî, çekdarên DAIŞ hêzên bêtir şandin Tebqa weke pêşbînîkirinê ji şer re.

Ebdulrehman got ku 37 çekdarên rejîmê û 101 çekdarên DAIŞ hatine kuştin ji dema ku rejîmê dest bi êrîşa xwe li ser Tebqa kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500