Nûçeyên Iraqê

Leşkerên Iraqî veşargeheke binerdê ya çekan nêzîkê Felûce dîtin

Hêzên Iraqî roja Sêşemê (14ê Hezîranê) veşargeheke binerdê ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) nêzîkê Felûce wêran kirin û hemû naverokên wê girtin, Wezareta Berevaniya Iraqî got.

"Hêzên hevbeş yên Iraqî veşargeheke binerdê ya DAIŞê di navbera el-Meamîr û el-Etr, li başûrê rojavayê Felûce dîtin," berdevkê wezaretê Emîd Yehya Resûl ji Mewtinî re got.

Gelek tiştên corbicor weke çek, bombeyên bidestçêkirî, mîn, teqemenî, cebilxane, pêdiviyên tedawiyê weke pêdiviyên pêçanê, tevî lihêf û cihên razanê di wî cihî de hebûn, wî got.

Veşargeh hat wêrankirin piştî ku tiştên têde ji bo cihekî serbazî hatin veguhestin li benda avêtina wan, wî got.

"Lêkolîn nîşan didin ku ew cih heta heyemeke nêzîk ji aliyê DAIŞê ve hat bikaranîn berî ku kontrolkirina deverê jidest bide û bireve ber bi beşên rojavayê Felûce ve," wî zêde kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500