Nûçeyên Iraqê

Polîsên Besra 23 gumanlêkiriyên bi teror û tawanan girtin

Polîsên Besra operasiyoneke girtin û lêgerînê ya berfireh li gelek deveran li parêzgehê pêk anîn, ku di encama wê de 23 kesên gumanlêkirî bi teror û tawanan hatin girtin, polîsan roja Înê (10ê Hezîranê) gotin.

"Hêzên polîsan li Besra kampanyayeke berfireh li gelek deverên parêzgehê pêk anîn ji bo girtina kesên daxwazkirî û komên sûcdar," fermandariya polîsan di daxuyaniyekê de got.

"Hewlên ewlekarî em gihandin girtina 22 kesên ku bi tawanên cuda sûcdar in, herwiha girtina kesekî ku daxwazkirî bû li gorî Madeya 4ê ya qanûna antî-terorê," wê got.

Gumanlêkiriyê bi terorê, ku li bajarokê Îzedîn Salim li nahiya el-Medîna hat girtin, xwe kiribû efserek bi pileya eqîd û niha li Rêveberiya Îstixbarat û Dije-Terorê rastî lêpirsînê tê," daxuyaniyê got.

Gumalêkiriyê din kesekî tometbar e bi êrîşeke terorkirinê ku li nahiya Şet el-Ereb hat girtin herwiha du gumanlêkiriyên din bi terorkirinê ku li devera el-Bariha hatin girtin lixwe digrin, daxuyaniyê got.

Kampanyayeke lêgerînê li el-Herîsa hişt ku em dest deynin ser hejmarek ji çekan, di nav wan de 10 klaşînkov, tifingeke Sîmonov, çekeke RPK û demanceyekê, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500