Nûçeyên Iraqê

15 çekdarên DAIŞ li Tikrît hatin kuştin

Hêzên Iraqî 15 çekdarê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) kuştin dema ku wan hewil didan dest deynin ser kompanyayeke semada kîmawî li çiyayên Mekhûl, başûrê Tikrîtê, polîsa fêdralî Iraqê roja Înê (10ê Hizêranê) got.

"Hêzên Fewca 13'ê ya polîsa federal 15 çekdarên DAIŞ ,di nav wan de yên ne-Iraqî jî hebûn, di pevçûnên tund de şeva Pêncşemê li Çiyayên Mekhûl kuştin," Serokê Polîsê Federal Lîwa Raid Şakir Cewdet di daxuyaniyekê de got.

Bildozerek û du otumbîlên ku bi çekên qurs ên otomatîkî barkirî bûn di operasyonê de hatin rûxandin, wî got.

"Endamên DAIŞ hewil didan êrîş bikin û bigihin kompanyayeke semada kîmawî li çiyayên Mekhûl, lê hêzên me êrîşê pûç kirin," Cewdet got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500