Nûçeyên Iraqê

Hêzên rizgarker ber bi Menbica Sûriyê ve pêş dikevin

Bêtirî 130 çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin kuştin di êrîşeke hevpeymaniyê de li ser bajarê Menbic li bakurê Sûriyê, li gorî raporeke AFP roja Pêncşemê (9ê Hezîranê).

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li rojavayê çemê Firatê pêş dikevin û ji dorpêçkirina Menbicê nêzîk bûne, ku xaleke girîng e li ser rêya sereke ya piştgiriya DAIŞ ji sînorê Tirkiyê heta el-Reqa ku asêgeha wê li rojhilatê Sûriyê ye.

HSD bajêr ji bakur, rojhilat û başûr ve dorpêç kiriye, Berî vê demê roja Pêncşemê şervanên wê ber bi rêya sereke ya ku digihe rojavayê Menbic pêş diketin, serokê Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdulrehman got.

Roja Pêncşemê navenda operasiyonên Menbicê ya HSD di daxuyaniyekê de got ku şervanên wê niha baş nêzîk bûne ku cihên DAIŞ li bajar bikin armanc.

Çavdêrgehê got ku 132 çekdarên DAIŞ hatin kuştin û 21 şervanên HSD jiyana xwe ji dest dan ji destpêka êrîşê ve.

"Piraniya çekdarên DAIŞ di êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî de hatin kuştin," Ebdulrehman got.

Wî got ku bi dehên termên çekdarên DAIŞ sibeha roja Pêncşemê li gundên biçûk li rojhilatê Menbicê hatin dîtin.

herî kêm 30 kesên sivîl, di nav wan de 11 zarok, jî hatin kuştin, Çavdêrgehê got.

Hevdem, Fransa hêzên taybet li bakurê Sûriyê bicih kirin ji bo şîretkariya HSD, berpirsekî wezareta berevaniyê roja Pêncşemê got, bê ku hûrgiliyên bêtir bide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500