Nûçeyên Iraqê

Teqînên Bexdayê bi dehan kes kuştin û birîndar kirin

Du êrîşên xwekujî nêzîkî deriyê bingeheke serbazî li bakurê Bexdayê û li bazareke vekirî li paytexta Iraqî çêbûn û herî kêm 30 kes kuştin roja Pêncşemê (9ê Hezîranê), polîsan gotin.

Herdu teqîn, ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) girtin stûyê xwe, saet 9ê sibehê çêbûn, li gorî AFP.

Êrîşa li ber beriyê yek ji mezintirîn bingehên serbazî yên Iraqî li Tacî, bakurê Bexdayê çêbû, herî kêm heft kes kuştin û 18 birîndar kirin, eqîdekî polîsan got.

Teqîneke xwekujî li bazareke vekirî li taxa Bexdad Cedîda ya paytextê çêbû û di encamê de herî kêm 23 kes kuştin û 40 birîndar kirin, berdevkê polîsên Bexdayê Muqedem Îhsan el-Mûsawî ji Mewtinî re got.

"Xwekujekî ku otombîleke bombekirî diajot êrîşî bazareke vekirî nêzîkî sînema el-Beyda li Bexdad Cedîda kir, 23 sivîl kuştin, di nav wan de jin û zarok hebûn," wî got.

Otombîlê karî bi dizî derbazî bazarê bibe bi rêya bikaranîna nîşana teksiyekê, el-Mûsawî got, anî ziman jî dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500