Nûçeyên Iraqê

Bi hezaran kes ji Menbic a di destê DAIŞ de ye direvin di demekê de ku hevpeymanî nêzîkî dibe

Bi hezaran sivîl ji bajarokê Menbic li bakurê Sûriyê ku di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ye reviyan di demekê de ku hêzên rizgarker nêzîk dibin, li gorî raporeke AFP roja Sêşemê (7ê Hezîranê).

"Em Menbicê ji sê aliyan ve dorpêç dikin û operasiyon baş birêve diçin," Şervan Derwîş, ku êrîşa Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) birêve dibe, got.

"Her roj, em gundnan rizgar dikin," wî got.

HSD niha pênc kîlometran dûrî Menbicê ye li aliyê bakur, du kîlometran li aliyê başûr û heftan li aliyê rojhilat, li gorî Çavdêrgeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"DAIŞ êdî dihêle ku sivîl ber bi rojava ve birevin," hin di otumbîlan de lê gelek ji wan tiştên xwe hildigrin û peya ne, serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got.

Nêzîkî 20,000 kes hîn di Menbicê de mane, ku berî şer hejmara şêniiyên wê 120,000 kes bû.

Hevpeymaniyê êrîşên asmanî yên tund pêk anîne ji bo piştgiriya şerê Menbicê, ku herî kêm 35 êrîş li ser DAIŞ ji heftiya borî ve hatine pêkanîn, efserên wê roja Sêşemê gotin.

Hevpeymaniyê 344 kîlometrên ducar bi temamî ji DAIŞ rizgar kirin ji dema destpêka operasiyona vegerandina Menbicê di 31ê Gulanê de.

Tebqa, ku bajarokekî di destê DAIŞ de ye û dikeve nêzîkî mezintirîn bendava Sûriyê, ew jî ji du aliyan ve rastî êrîşê tê. Şervanên HSD heftiya borî dest bi pêşketinê ber bi Tebqa ve kirin, lê hîn 60 kîlometran dûr in.

Çavdêrgehê got ku DAIŞ karwaneke alîkariyê û nêzîkî 100 çekdaran şandine ji bo asêkirina Tebqa weke amadekariyekê ji şerekî mezin re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500