Hêzên Îraqî roja duşemê (6ê Hizêranê) du êrîşên xwekuj ên "Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê" (DAIŞê) li Hedîsa li rojavayê parêzgeha Enbarê têkşikandin,fermandariya operasiyonên Enbarê got.
Hêzên ji artêşê, polîs û heşid şaebî rê li ber derbasbûna DAIŞ bo nav Hedîsa girtin, ku bû sedema kuştina sê çekdarên ku kincên bombekirî li xwe kiribûn, Fermandarê operasiyonên Enbarê Lîwa Îsmaîl el-Mehelawî ji Mewtinî re got.
"Herwiha êrîşeke din ji aliyê başûr ve hate pûç kirin, û gelek çekdar hatin kuştin, di heman demê de gelek ji wan neçar bûn ku birevin," wî got.