Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevbeş êrîşa DAIŞ a li ser mesfaya neftê ya li nêzî Bêjî şikandin

Hêzên Iraqî heft çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di pevçûnan de kuştin dema ku endamêm DAIŞ hewildan ku misfayeke neftê li bakûrê Bêjî kontirol bike, polîsên Iraqî li parêzgeha Selahedîn roja Duşemê (6'ê Hezîranê) gotin.

"Hêzên hevbeş ên Iraqî berbanga Duşemê rê li ber êrîşeke DAIŞ a ku misfayeke destkird kire armanc," berdevkê polîsên Selahedînê Hesen el-Mejmaî got.

"Xwekujekî bombekirî li ber dergehê misfayê xwe teqand, û piştre çekdarên DAIŞ êrîşek pêk anîn, û pevçûn dora demjimêrekê dirêj kirin beriya ku rewş cardin bikeve bin kontrolê de ," wî got.

Heft çekdar û leşkerek Iraqî hatin kuştin û du plîs di êrîşa binketî de birîndar bûn, li gorî el-Mejmaî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500