Nûçeyên Iraqê

Almanya lêkolînan derbarê 180 gumanlêkiriyên bi pêwendiya ligel tundûtûjan dike

Dozgerên giştî yên Almanya dest bi dozên qanûnî li hemberî 180 gumanlêkiriyên bi pêwendiyê ligel grûpên tundûtûj li Sûriyê kirin, wezareta dadê roja Înê (3ê Hezîranê) got, piştî rojekê ji girtina sê Sûriyan ji aliyê polîsan ve bi tometa pilankirin pêkanîna êrîşekê, li gorî AFP.

"Dozgerê giştî niha 120 doz li hemberî 180 gumanlêkiriyên vekirine ku destê wan di şerê navxweyî li Sûriyê de heye, ji ber beşdarbûna wan, an piştgiriya wan ji, rêxistineke terorist," berdevkê wezîrê dadê Philip Scholz got.

Bi cuda, wezareta hundir got ku "499 kesên ku dibe metirsîdar bin têkildarê terorizma îslamî de" hebûn.

Dozgerên federal roja Pêncşemê gotin ku polîsan şaneyeke teroristiyane ya gumanlêkirî jihev xistin ku plan dikir ku êrîşeke xwekujî li bajarê Dûseldorf li rojavayê Almanya pêk bîne di berjewendiya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de.

Tê îdîakirin ku du êrîşkaran plan dikirin ku êlekên bombekirî biteqînin û yên din dixwestin meşvanan bi çek û teqemeniyan bikujin li kolaneke sereke li Dûseldorf, dozgeran di daxuyaniyekê de got.

Gumanlêkirî bi navên Hemza C., yê 27 salî, Mehmûd B., yê 25 salî, Ebdulrehman A. K., yê 31 salî hatin destnîşankirin, ku li wîlayeta Brandenburg nêzîkî Berlînê, North Rhine-Westphalia û Baden-Wurtemberg hatibûn girtin.

Zilamekî Sûrî yê çarem, Salih A. yê 25 salî, di girtîgehekê de li Fransa di bin çavdêriyê de ye ji dema ku di Şibatê de xwe radest kiribû, wan got, û Almanya niha daxwaza radestkirina wî kiriye.

Salih A. çûbû navendeke polîsan li bakurê Parîsê roja 1ê Şibatê, ji efseran re gotibû ku "hin agahiyên piştrastkirî li cem wî hene derbarê şaneyeke veşartî ku amade ye êrîşan li Almanya pêk bîne", çavkaniyeke dadwerî ya Fransî got.

"Daxuyaniya wî hişt ku lêkolîn mil bi milê desthilata Almanî destpê bikin ku ... di encama wan de hersê gumanlêkiriyên din hatin girtin," çavkaniyê got jî.

Salih A. ji lêkolînerên Fransî re got ku 10 kesan dixwestin pilaneke teroristiyane bicih bikin, û ji bilî wî û hersê kesên din ku li Almanya hatin girtin, endamên din ên şaneyê dê çûba Almanya, li gorî heftenameya Spiegel a Almanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500