Hevpeymaniya ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dike hewl dide li wê grûpê teng bike bi rêya qutkirina rêya piştgiriya sereke, li gorî raporeke AFP roja Pêncşemê (2ê Hezîranê).
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî ye, berdewam e li ser êrîşa xwe ji bo kontrolkirina bajarê Menbic ê stratejîk bi alîkariya êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê.
Şervanên HSD roja Pêncşemê 10 kîlometran dûrî Menbicê bûn, Çavdêrgeha Sûriyê bo Mafên Mirov got, û 20 gund derveyî bajar kontrol kirin.
"Şer gelekî dijwar e û DAIŞ bi xurtî liberxwe dide," serokê Çavdêrgehê Ramî Ebdulrehman got.
Menbic li ser mîhwera bakur-başûr a navbera Cerablus, bajarê li ser sînorê bi Tirkiyê re û bin kontrola DAIŞ, û el-Reqa ye, asêgeha grûpê li Sûriyê.
Ev mîhwer rêya piştgiriya sereke ye bo el-Reqa, şirovekarekî ji AFP re got, bal kişand ser wê yekê ku eger şervanên li dijî DAIŞ Menbic û Cerablusê bistînin, ev yek wê karînên DAIŞ ji bo piştgiryê qut bike.