Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Êrîşên Rûsî jîyan sivîlên Sûrî wêran dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamine Xûzeyên Sipî di nav molozên malekê derawestiyane li Idlibê, ku ew di êrîşeke asmanî ya Rûsî de wêran bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî di nav molozên malekê derawestiyane li Idlibê, ku ew di êrîşeke asmanî ya Rûsî de wêran bûye. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî li parêzgeha Idlibê ya li bakur-rojavayê Sûrîyayê bûn sedema wêrankirineke gelekî berfireh, têkbirina berhemên çandinî û bazirganîyê û mehrûmkirina zarokan ji perwerdeyê, çalakgeran ji Diyaruna re ragihand.

Êrîşên asmanî bûne sedema pêlên bêwarîyê, ku hin Sûrî dibînin ku Rûsya hewl dide guhertineke demografî li deverê pêk bîne, bi rêya misogerkirina ku ew careke din venegerin.

Cotkarekî Idlibê bi navê Mehmûd Smaîl ji Diyaruna re ragihand ku êrîşên asmanî yên parêzgehê û derdora wê armanc dikin hiştin ku çalakîyên çandinîyê bi awayekî tam rawestin, ji ber cotkar ditirsin ku ew werine armanckirin.

Wî got ku ziyan gihişt gelek zadên ku herêma Idlibê bi wan navdar e, û da zanîn ku parêzgeh mezintirîn berhemdarê zeytûn û zeyta zeytûnan e li welat.

Êrîşeke asmanî a Rûsî ev fêrgeha li gundewarê Idlibê wêran kir. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Êrîşeke asmanî a Rûsî ev fêrgeha li gundewarê Idlibê wêran kir. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî agirekî ku tê gotin ku ji ber êrîşeke asmanî ya Rûsî li ser devereke dehl li nêzî Idlibê çêbû vedimirînin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamine Xûzeyên Sipî agirekî ku tê gotin ku ji ber êrîşeke asmanî ya Rûsî li ser devereke dehl li nêzî Idlibê çêbû vedimirînin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Smaîl got ku herwiha êrîşên asmanî ziyan gihandine karsazîyên din, mîna xwedîyên traktorên çandinîyê û bazirganan, ên ku karê wan bi temamî rawestiyaye.

Vê yekê zor li xwedîyên dikanan kir ku kel û pelên ku berê li herêmê dihatin berhemkirin ji derveyî herêmê hawirde bikin, û bi vî awayî nirxên materyalên xwarinê yên bingehîn bilind bûn.

Wî got ku di heman demê de, êrîşên asmanî yên Rûsî agir bi zevîyan xistin û bi hezarên hektarên erdên çandinîyên û deverên dehl wêran kirin û destnîşan kir ku heta êrîşan deverên ku tu şervan li wan nebûn jî armanc kirin.

Xûzeyên Sipî li ber xwe dan daku van tevlihevîyan bihundirînin, wî got.

Îsmaîl got "xuya ye nêt hebû ku van deveran bikine erdeke şewitandî ku bi yekcarî nenişînbar be," û destnîşan kir ku bi hezaran mal hatin wêrankirin ji ber bombebarana rojane.

Fêrgeh tên girtin

Deverên çandinîyê yên li Idlibê dibin armanca êrîşên asmanî yên Rûsî û bombebaranên rejîma Sûrî, endamê Xûzeyên Sipî Xalid Xetîb ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ev yek hevdem e ligel hebûna mayînên erdê yên pir hatine çandin û cebilxaneyên ku neteqîyane, di nav wan de bombeyên germî û yên xweşîamêz, yên ku ji alîyê balefirên şer ên Rûsî ve hatin avêtin, ên ku gelek cotkar kuştin an birîndar kirin.

Wî got "gelek bajarok û gund bi erdê ve hatin rastkirin bi awayekî sîstematîk û bi qesd," û anî ziman ku dîyar e ku Rûsya hewl dide ku guhertineke demografî pêk bîne "bi rêya derxistina sivîlan ji vê deverê ber bi deverên sînorî ve".

Xetîb got ku bêwarîbûna bi darêzorê a gelek sivîlan, ligel wêrankirin û têkbirina bi dehên fêrgehan, bi awayekî dijwar perwedeya zarokan rawestand.

Wî got ku ev tê wateya ku "nifşekî tam ji zarokan li Idlibê û derdora wê bi rastî ji perwerdeyê mehrûm man, ji bilî rêjeyeke gelekî kêm ji zarokan ên ku li bajarê Idlibê dimînin".

Wî anî ziman ku ev zarok jî bi awayekî asayî naçine fêrgehê, ji ber ew li penagehê digerin dema ew dengê balefirên şer dibihîzin.

Bajarok û gund vala bûn

Çalakgerê ji Maeret Numanê Hanî Numan, yê ku aniha ber bi devera sînorî ve bêwar bûye, ji Diyaruna re ragihand ku êrîşên asmanî bûne sedema pêleke bêwarîyê ya mezin a bi sedên hezarên sivîlan.

Wî got ku bi dehan bajarok û gund ji niştecihên wan hatin valakirin, hemû kar hatin rawestandin û bi hezarên dikan jî hatin girtin.

Numan got ku vê yekê bi hezaran xwedîyên dikanan û karker bê dahat hiştin "ji ber ne gengaz e ku ew derfetên kar li kampan peyda bikin".

Wî anî ziman ku tu derfetên kar li kampan tune ne û piranîya niştecihên kampê xwe dispêrin alîkarîya ji alîyê rêxistinên hewarçûnê yên ku hîn li deverê kar dikin.

Wî got ku heta dikanên ku hîn li bajarê Idlibê vekirî ne zehmetîyê dikişînin ji ber karîna niştecihan a kirînê pir lawaz e, di nav rewşeke aborî ya xerab de.

Wî got ku piranîya bazirganên ku bêwar bûn hemû pereyên xwe yên ku danîbûn alîyekî di dema bêwarîyê de xerc kirin û bi giştî ew nikarin karên xwe vejînin eger ew vegerin deverên xwe jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500