Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Nerazîbûna raya giştî li dijî milîsên Îraqî yên li tenîşt Esed şer dikin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Cenazeya endamekî milîsa Îraqî ya Seraya Aşûra li Necefê di Kanûna Yekem a 2019an de. [Dosya]

Cenazeya endamekî milîsa Îraqî ya Seraya Aşûra li Necefê di Kanûna Yekem a 2019an de. [Dosya]

Çekdarên Îraqî yên bi ser Îranê ve hîna bo piştevanîya serokê rejîmê Beşar Esed li Sûrîyayê şer dikin, lê beşdarîya wan li Îraqê rastî neqebûlkirinê hat.

Şarezayê sîyasî yê Îraqî Mihemed Temîmî got ku Îraqî aniha bêhtir hay ji bandora Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) a li milîsan hene.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku ev yek ji çaxa xwepêşandanên Cotmehê yên li Îraqê ve baş xuya ye, gava çekdarên Îraqî yên bi ser Îranê ve tundî li dijî xwepêşander bi kar anîn û çalakger revandin.

Berê, rêûresmên cenazeyên çekdarên Îraqî yên li Sûrîyayê dihatin kuştin bi awayekî birfireh li dar diketin. Lê rêûrsmên vê dawîyê biçûk û tu kes ji bilî endamên milîsan amade nabin.

Ev endamekî milîsa Îraqî ya Tufûf e li devera Elbû Kemala Sûrîyayê, li nêzî sînorê bi Îraqê re. [Dosya]

Ev endamekî milîsa Îraqî ya Tufûf e li devera Elbû Kemala Sûrîyayê, li nêzî sînorê bi Îraqê re. [Dosya]

Gelek Îraqî welatîyên ku li Sûrîyayê şer dikin weke çeteyên Pasdaran dibînin û sloganên berxwedanê yên ku banga berevanîya deverên pîroz dikin qebûl nakin.

Bi hezaran çekdarên bi ser Îranê ve li Sûrîyayê li gel hêzên rejîma Sûrî şer dikin. Ew endamine Ketaib Hizbullah, Tufuf, Esaib Ehlulheq, Nuceba, Budela, Seyed el-Şuheda û Xuresanî ne, hemû jî di bin sîwana yekîneyên (Pasdaran) de ne da piştevanîya rejîma Esed bikin.

Endamê Tevgera Sivîl a Îraqî Fîras Elo ji Diyaruna re got ku Pasdaran nema dikare behaneyên olî bo rewabûna şer bide, û pir zehmetîyan bo tencnîdkirina welatîyên Îraqî dibîne da li Sûrîyayê şer bikin".

Wî teqez kir ku Îraqî bi tenê rêza wan alîyên ku di rizgarkirina bajarên wan ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de beşdar bûn digirin.

"Hebûna milîsan li Sûrîyayê ne rewa ye"

Elo got ku divê hikûmeta Îraqê nehêle ku mûçeyên Heşda Şaebî bigihêje destê Îraqîyên ku li Sûrîyayê bo berevanîya Esed bikin şer dikin. Ev mûçe dihêlin ku Îraq li ser asta navdewletî sûcdar be, bi taybetî li gorî Yasaya Qeyser.

QanûnaQeyser, ku di nîvê Hezîranê de kete pratîkê, hemû kompanîyên ku danûstandinê bi rejîma Esed re li seranserî cîhanê dikin siza dike û rê li ber alîkarîyên Amerîkî yên nûavakirinê digire heta sûcdarên binpêkirinên şerê Sûrî bo dadê werin pêşkêşkirin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov di destpêka Tebaxê de ragihand ku milîtanên Ketaib Hizbulah li Badiyet el-Meyadîn (biyabana Meyadînê) li gundewarê rojhilatî yên Dêra Zorê bi cih bûne. Raportê dîyar kir ku otombîlên serbazî li Xor û Teyaratê, dora 20 kîlometran di kûrahîya biyabana Meyadîna Sûrîyayê de bi cih bûne.

Li gorî raportê, jêderên Rewangehê dibêjin ku milîsê baregehên çemento yên amade li wir bicihkirine, ku ev yek nîşan dide ku hêzên ser bi Îranê ve berdewam in di xebatên bihêzkirina hejmûna xwe li deverê de.

Muhemed Ebdulah Meşhedanî, endamên Hevpeymanîya Hêzên Niştîmanî yên Îraqî ji Diyaruna re ragihand ku hebûma elementên Îraqî di şerê Sûrîyayê de êdî ne cihê qebûlkirinê ye û ne jî rewa ye.

"Endamên milîsên Îraqî bi awayekî eşkere xizmeta berjewendîyên rejîma Îranê dikin di hinek şerên ku Îraq tê de ne terefdar e," wî got, û da zanîn ku hebûna wan li Sûrîyayê "gefê li aştîya civakî ya Îraqê dike".

Wî daxuyand ku rewatîya olî jî ji hebûna wan li wir re tune ye, ji ber ku ew li deverine pir dûr ji cihên pîroz bi cih bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hinek kes dixwazin bibin xebatkarên medyayê bi rêya guhertina rastîyan û gurkirina tayifgerîyê, weke di vê nivîsarê de hatiye.

BERSIV BIDE

Îran û Îraqî qet ji hev nayên cudakirin.

BERSIV BIDE