Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Serokwezîrê Îraqî soza tolkirina kuştina Hîşam Haşimî dide

9AFP

Xwepêşanderine Îraqî beşdarî merasîmeke sembolîk a cenazeya şarezayê komên tundrew yê Îraqî Hîşam Haşimî bûne ku di 6ê Tîrmehê li derveyî mala xwe li Bexdayê hat kuştin. Di sloganên Erebî de dibêjin: Weke bersiv bo kuştina Haşimî, bila her kesê azad haştaga #Xameney kujer e û milîsên wî gunehkar in bi kar bîne". [Ehmed Rubeyî/AFP]

Xwepêşanderine Îraqî beşdarî merasîmeke sembolîk a cenazeya şarezayê komên tundrew yê Îraqî Hîşam Haşimî bûne ku di 6ê Tîrmehê li derveyî mala xwe li Bexdayê hat kuştin. Di sloganên Erebî de dibêjin: Weke bersiv bo kuştina Haşimî, bila her kesê azad haştaga #Xameney kujer e û milîsên wî gunehkar in bi kar bîne". [Ehmed Rubeyî/AFP]

Serokwezîrê Îraqî Mistefa Kazimî Çarşemê (8ê Tîrmehê) rêzdarîya xwe ji malbata yê kuştî û şêwirmendê hiukmetê yê berê Hîşam Haşimî re anî ziman, û soza "tolhildana" mirina wî da.

Haşimî yê 47 salî, şarezayê liv û tevgera komên tundrew bû û toreke fireh a biryarçêkir, komên çekdar û alîyên dijber ava kiribû, ku her tim navbeynkarî di navbera wan de dikir.

Bi guleyan li derveyî mala xwe li Bexdayê şeva Duşemê ji alîyê çekdarine li ser motoran hat kuştin, li paş xwe jî hevjîn, sê kur û keçek hişt.

Çarşemê, Kazimî silav û rêzên xwe ji malbata wî re pêşkêş kir, ku Haşimî bi -- kesekî heval û şêwirmend-- "qehreman" bi nav kir.

"Ev kesên ji peyvekê ditirsin ji bilî newêrekîyê ji wan re nayê gotin. Hîşam tiştek nekiribû tenê hewl dida bi rêya gotinên xwe alîkarîya Îraqîyan bike," Kazimî anî ziman û ew hersê kuran Îsa, Mûsa û Ehmed hembêz dike.

Hersê kuran piştî dengê guleyan kirin bezîyan derve û bi alîkarîya cîranan termê bavê xwe yê tije-gule ji otombêla wî kişandin.

Kazimî got "ev reftar ne Îraqî ye. Îraqî Îraqîyan nakujin."

Serokwezîr ji jinbîya Haşimî re got, "ez ê tola wî hilînim, û Xwedê bêje erê ez ê kujeran berdayî nehêlim. Ez birayê te me, û Îsa, Mûsa û Ehmed zarokên min in".

Anî ziman jî ku "ev erkê min û erkê dewletê ye".

Gefên komên bi ser Îranê ve

Haşimî lêkolînerekî navdar ê karûbarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû û bûbû axaftineke belî û zelal li dijî komên çekdar ên serserî li Îraqê.

Ew ji kirin û axaftinên tirsandinê ne xerîb bû, lê kesên nêzî wî ji AFP re ragihand ku wî gelek gefên tirsnaktir ji komên bi ser Îranê ve di çend heftîyên borî de xwaribû.

Şarezane tirsa xwe anîn ziman ku dibe kuştina Haşimî welat veguherîne qonaxeke tarî ku tê de dengên payebilind ên dev diavêjin alîyên sîyasî û komên çekar werin bêdengkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Çarşemê doza edaletê bo kuştina Haşimî kir û bal kişand ser gefên ku komên çekar ên bi ser Îranê ve li dijî wî xwaribû.

Pompeo di konferanseke rojnamevanî li Waşintonê de bêyî tilîyên tawabarîyê dirêjî Tehranê bike, ragihand ku "di rojên berî kuştina wî de, wî gefin dubare ji komên çekar ên bi ser Îranê ve xwaribû".

Wî anî ziman jî ku "Amerîka tevlî welatên hevkar dibe yên kuştina wî bi tundî şermezar kiriye û bang li hikumetê kirine ku kujêrên vê tawana sosret pêşkêşî edaletê bikin... bilez".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500