Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Artêşa çeteyan a Putin rêbazên DAIŞê yên tecnîdkirinê bi kar tîne

Caravanserai

Wêneyeke ku ji alîyê DAIŞê ve di Tîrmeha borî de hatiye belavkirin yek ji serkirdeyên wê nîşan dide dema ku ew karê tecnîdkirinê li Lîbyayê dike. Koma Wagner a Rûsî gelek ji taktîkên mîna van bi kar tîne bo tecnîdkirina çeteyan bo ew di şerê Moskoyên yên li seranserê cîhanê de, di nav de Lîbya, şer bikin. [Dosya]

Wêneyeke ku ji alîyê DAIŞê ve di Tîrmeha borî de hatiye belavkirin yek ji serkirdeyên wê nîşan dide dema ku ew karê tecnîdkirinê li Lîbyayê dike. Koma Wagner a Rûsî gelek ji taktîkên mîna van bi kar tîne bo tecnîdkirina çeteyan bo ew di şerê Moskoyên yên li seranserê cîhanê de, di nav de Lîbya, şer bikin. [Dosya]

Çavdêr dibêjin ku Koma Wagner -- artêşeke taybet e ku ajandaya serokê Rûsî Vladimir Putin dibe serî -- hema taktîkên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi kar tîne bo tecnîdkirina çeteyan li seranserê cîhanê.

Koma Wagner yekem car di 2014an de li rojhilatê Ukraynayê derket, ku endamine artêşa Rûsî yên berê ne -- yên Mosko navê "xwebexşan" li wan kiribû -- tevlî refên hêzên cudaker ên bi ser Rûsyayê ve bûn, tiştê hişt di dawîyê de nîvgirava Qerem bi awayekî ne qanûnî bibe beşek ji Rûsyayê.

Destpêkê, vê "artêşa sîber" refên xwe bi endamine serbazî, sûcdar û girtîyên berê ku li pereyan digerîyan dadigirtin, lê bi derbasbûna demê re komê taktîkên xwe guhertin.

Niha, her tim li gorî daxwazên Putin, Koma Wagner dest bi tecnîdkirina ciwanên herêmî kiriye da li deverên germ ên cihêreng şer bikin, li cihên ku berjewendîyeke Kremlin a taybet hebe.

Jin û zarokên bêwar ên Sûrî li ser gemargehê li qotîyan û parîyên xwarinê li zevîyekê li derveyî kampekê li Kefir Lûsînê digerin, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, li parêzgeha Idlibê di sala 2019an de. Rewş û rojgarên mîna wan hişt ku komên weke Koma Wagner a Rûsyayê ku kesên nû di nav rêzên xwe de tecnîd bike. [Arif Weted/AFP]

Jin û zarokên bêwar ên Sûrî li ser gemargehê li qotîyan û parîyên xwarinê li zevîyekê li derveyî kampekê li Kefir Lûsînê digerin, li nêzî sînorê bi Turkîyayê re, li parêzgeha Idlibê di sala 2019an de. Rewş û rojgarên mîna wan hişt ku komên weke Koma Wagner a Rûsyayê ku kesên nû di nav rêzên xwe de tecnîd bike. [Arif Weted/AFP]

Vê dawîyê Mosko, bi rêya bikaranîna Koma Wagner, pêngavekeke tecnîdkirinê ya bikom li Sûrîyayê bi rêxistin dike.

Taktîkên nû bo enîyeke nû

Di çarçoveya vê pêngavê de ew milîsan ne ji bo serokê rejîma Sûrî Beşar Esed tecnîd dike, tiştê ku bi salan ev yek dikir, lê belê bo enîya Mosko ya nû: Lîbya.

Ciwanên Sûrî yên veguherîn çete bo piştevanîya hêzên Lîbyayî yên Mûşîr Xelîfe Hefter hatin şandin, ku Mosko piştevanîyê dide wan li dijî hikûmeta Terablusê ya ji alîyê civaka navdewletî ve hatiye naskir.

Şerê navxweyî li Sûrîyayê, ku di 2011an dest pê kir, gelek beşên welat di nava kavilan de hişt, ku jîyana bêhtirî 500,000 kesî çinî û bêhtir ji heft milyon welatî jî bê cih û war hiştin.

Bo çeteyên Moskoyê, rewşeke herî baş e ku ciwanên bêhêvî tecnîd bikin.

"Ew baş pereyan didin, lewra ev derfeteke baş e bo bêkaran, ku piranîya wan ji ber bêkarî û nekarîna wan a çareserkirina kêşeyên xwe yên abor bêhêvî bûne," efserekî xanenişîn ê Artêşa Kazexî li Almatî raid Dauren Ospanov got.

Koma Wagner mehane "1,000 dolarî dide çi kesên xwe ji parastina dezgehan re bexş dikin û 1,500 dolarî dide çi kesên xwe ji şerê li Lîbyayê bexş dikin, malpera Suwayda 24 di raporteke xwe de di meha Adarê de ragihand.

Ev yek qismeteke baş e li hember tiştê aniha li Sûrîyayê heye.

Mûçeyên mehane yên leşkerên Sûrî derdora 30 dolarî ne, lê mûçeyên ku ji milîsên rejîmê yên cihêreng re têne pêşkêşkirin -- hinek ji wan piştevanîya xwe ji Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê digirin -- di navbera 50 û 100 dolarî de ne.

Rêbazên "Dewleta Îslamî"

Ospanov dîyar kir ku rêbazên tecnîdkirinê yên Koma Wagner di gelek milên xwe de dimînin ên DAIŞê, weke bikaranîna pereyan bo kesên hejar bi alîyê xwe de bikişînin û dîtina ciwanên ku zû ji rê diçin li ser înternêtê.

Destpêkê, geştî û xeyala utopyayê du stûnên sereke yên tecnîdkirina DAIŞê bûn. Lê piştî ketina "xilafet"a DAIŞê di Adara 2019an de, rêxistinên -- mîna Wagnerê -- ji bêhêvîya aborî sûd wergirt da endaman bi alîyê xwe de bikişîne.

Ev taktîk vê dawîyê li Turkîyayê derket, ku serbazkerên DAIŞê dixwazin sûdê ji encamên aborî yên neyînî yên Koronayê sûd bigirin da karkerên ji Turkmanistanê armanc bikin.

Tecnîdkarên DAIŞê derfetên kar ji penaberên bêhêvî û bêkar re pêşkêş dikin li beramberî $1,000 mehane û zêdetir ji $1,000 weke padaşteke yekser.

Tecnîdker hewl didin hûrgulîyên "derfetên kar ên aram" eşkere nekin û teqez dikin ku ew tevlî şer nebin.

Gelek caran, ku her û her dihat dîtin di heyama salên ku DAIŞê beşine mezin ên Sûrîya û Îraqê kontrol dikir de, ev kesên tecnîdbûyî reben yekser bo enîyên pêşîn dihatin şadin da bi rewşên kujer re rû bi rû bimînin.

Di vî milî de, Koma Wagner û alîgirên wê jî heman rêbaz pêk anîn.

Destpêka vê salê, dora 35 ciwanên Sûrî di nava rêzên milîsekê de hatin tecnîdkirin bi rêya projeyke hevbeş a di navbera Wagner û Partîya Ciwanên Niştîmanî yên Sûrî de, ku rêxistineke fermî ye li şûna rejîma Esed kar dike, Suwayda 24 ragihand.

Van çekdaran yekser berê xwe da enîyê ligel perwerdeyeke kêm an jî bêyî rahînana di warê şerê li dijî tunderewên li dijî hikûmetê de.

Raportê dîyar kir ku ji nava 35 çekdarên tecnîdkirî, herî kêm 10 hatin kuştin û gelek birîndar bûn an wenda bûn li gorî raportên roja yekem, ku dîyar dibe ev çekdarên tecnîdkirî dibin êmê topavêjan.

Ji ber milîs ne girêdayî tu alîyekî fermî bû, malbatên qurbanîyan tu qerebû wernegirtin tevî sozên ku serkirdeyên Koma Wagner û alîgirên wê dabûn wan.

Berpirsyarî sifir e

Koma Wagner dikare xebatên hewalgirî û serbazî yên Mosko nikare wan bi cih bîne pêk bîne, şirovekarê sîyasî û lêkolînerê karûbarên navdewletî ji Bişkîkê Edil Osmonbeto got.

Kompanîyên taybet ên nîv-leşkerî mîna Wagner ne "hêzine çekdar ên fermî ne ku li jêr qanûna navdewletî tev digirin", wî da zanîn. "Dewletên ku serpereştîya wan dikin ne berpirsên kiryarên wan in".

DW di raporteke di 2018an de got ku ku qanûna navdewletî û ya Rûsî hebûna çeteyan qedexe dike, lê Encumena Duma û Wezareta Derve ya Rûsyayê pêşinyar dikirin ku kompanîyên taybet ên nîv-leşkerî li Rûsyayê bibin qanûnî.

Ev yek heya niha ji ber gelek sedeman nebûye qanûn. Desthilat hîna dudilî ne ku bihêlin têkilîyeke belî di navbera Kremlin û çeteyan de hebe, û ew herwiha naxwazin komên çekdar ên ne fermî bibin tevgerên civakî yên qanûnî.

Berpirsên Rûsî hebûna Wagner mandel dikin, ligel mukurhatina ku dibe Rûs bi awayekî taybet beşdarî şerên li derveyî welatê xwe bibin.

Yevgeny Prigozhin, bazirganekî San Petersburgî û alîgirê Putin ku pereyên wê di warê xwaringehan de çêbûne bi rêya girêbestên sûdmend bi artêş û hikûmeta Rûsî re, li ser asteke fireh tê naskirin ku ew li paş piştevanîya darayî ya Wagner e.

Ev piştevanîya taybet dihêle Kremlin berjewendîyên xwe xurt bike û şerê xwe yê hovane li jêr mendelkirineke eşkere pêk bîne.

Ospanov, efserê xanenişîn ê di artêşa Kazexî de got ku Wagner operasyonên leşkerî li cihê ku kremlin xwedî berjewendîyên stratejîk û ciyosîyasî ye pêk tîne. Mosko herwiha çekdaran li herêmên ku projeyên enerjîyêç lê têne pêkanîn bi kar tîne, bo nimûne li Afrîkayê.

Wî anî ziman ku "eger dewletek berjewendîya Rûsyayê tê de hebe ku weke hevkar tê binavkirin dest bi tiştekî bike ku li dijî berjewendîyên Moskova yên ciyosîyasî bin, wê demê dibe ku ev "mêvanên nevexwendî li wir xuya bikin".

Li Lîbyayê, çeteyên Sûrî li jêr piştevanîya Koma Wagner herikîn wir. tiştê metirsîyê di nava niştecihan de çêdike, bi taybetî ku gelek ji wan dibe bi vayrûsa Koronayê COVID-19 bin..

Tiştine wisa li gelek xalên germ li seranserê cîhanê pêk tên, ku Mosko dixwaze hejmûnê li wan peyda bike, di nav de Komara Navendî ya Afrîkayê, Sûdan, Venezuela û hinekên din.

Nexweşîya Koronayê derbeyeke xurt bi taybetê li welatên ku berê xwedî aborîyên lawaz in xist. Di encamê de asta bêkarîyê pir bilind bû, tiştê dê bihêle Koma Wagner dest bi karê xwe yê keysbazîbike.

[Kanat Altynbayev ji Almatî di vê raportê de xebitîye.]

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500