Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

DAIŞ bi awayekî zexm li Îraqê tê aramnckirin tevî qedexekirina çûn û hatinê ya ji ber vayrûsa Koronayê

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li Qerajê li bakurê Îraqê, devera ku operasyonên ku bermahîyên rêxistinê armanc dikin berdewam in tevî xebatên li dîjî vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li bermahîyên DAIŞê digerin li Qerajê li bakurê Îraqê, devera ku operasyonên ku bermahîyên rêxistinê armanc dikin berdewam in tevî xebatên li dîjî vayrûsa Koronayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berbirsên serbazî yên Îraqî teqez kirin ku çewisandian bermahîyên "Dewleta Îslamî"(DAIŞ) bi awayekî lezgîn berdewam e hevdem ligel bayexdan bi rêgirtin li ber belavbûna vayrûsa Koronayê yê nû (COVID-19).

Wan got ku "îroj tevgerên terorîstan bêhtir sînordar in û ew li ber xwe didin daku piştgirîya hewcedarîya wan pê heye bi dest bixin, ji ber tedbîrên bertegnkirinê yên tên pêkanîn bo nehiştina belavbûna vayrûsê".

Îraqê qedexekirineke çûn û hatinê li seranserê welat ji 22yê Adarê ve sepandîye û heta 19ê Nîsanê dom dike.

Qedexekirina çûn û hatinê beşek ji zincîreke tedbîran e, yên ku şana qeyranê dane pêş, şana ku hat çêkirin bo derketin li hember gefa vayrûsa Koronayê, di nav wan tedbîran de girtina fêrgehan, qehwe, cihên giştî û parkan û qedexekirina çêbûna kombûnan.

Endamên polîsê Diyalayê alîkarîyên xwarinê didine dest kesên bandor li wan hatiye ji ber qedexekirina çûn û hatinê ya ku ji 22yê Adarê ve hatiye sepandin bo nehiştina belavbûna COVID-19. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Endamên polîsê Diyalayê alîkarîyên xwarinê didine dest kesên bandor li wan hatiye ji ber qedexekirina çûn û hatinê ya ku ji 22yê Adarê ve hatiye sepandin bo nehiştina belavbûna COVID-19. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Girtinê "derfet da hêzên ewlekarîyê ku bidine dûv terorîstan û veşartgehên wan ên li çiya û biyabanan kifş bikin û wêran bikin".

Peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî got ku ligel van tedbîrên parêzî "hêzên me karîbûn erkên xwe yên ewlehî yên asayî bi cih bînin".

DAIŞê nikare xwe birêxistin bike

"Teqezî li ser girîngîya nehiştina ku dijmin sûdê ji çi şert û mercên awarte bo xwebirêxistinêkirinê wergire," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Fişara serbazî li ser trorîstan zêde dibe û gelekî giranîyê didinê, bi taybet ligel qedexekirina çûnê û hatinê ya berdewam," wî got.

DAIŞ rastî astengîyên dijwar tê bêhtir ji berê ji ber rêgirtinê tenê du rê li pêşya wan hiştine: yan dê veşartî bimînin û dê ji birçîna bimirin yan jî dê xwe bixine rewşeke xeternak de û derkevin û bi vî awayî dê bibine nêçîreke hêsan ji hêzên ewlekarîyê re.

Xefacî teqez kir ku qedexeya derketinê "heta asteke mezin çalakî û tevgerên terorîstan kêm kirine, ku gelek kes ji wan hatin kuştin û bi awayekî berdewam veşartgehên wan ji erd û asman têne armanckirin".

Wî got ku êrîşeke asmanî ji alîyê balefirên şer ên Îraqî ve hat bicihanîn di 21ê Adarê de li ser veşartgeheke DAIŞê li çiyayên Herînê li parêzgeha Diyalayê ku bi dehan endamên DAIŞê tê de hatine kuştin.

Tu bandora vayrûsa Koronayê li ser operasyonên Îraqî yên terorîstan armanc dikin nebûn û ew berdewam encamên girîng bi cih tînin, birêveberê medyayê yê Fermandarîya Operasyonên Selahedînê emîd. Faris Beşar Sebrî got.

"Vê dawîyê me operasyonên lêgerînê yên berfireh li ser terorîstan li gelek deverên biyabanî û ciyayî pêk anîn, operasyona herî dawî li devera Cezîrê, li rojavayê parêzgeha Selahedînê bû," wî ji Diyaruna eşkere kir.

Wî got ku ev misyon bi tedbîrên qedexekirina derketinê û sinordarkirina tevgerê hatin qayimkirin.

Şerê li dijî DAIŞê hevdem ligel nehiştina belavbûna vayrûsê

Ligel erkên wê yên li dijî terorîzmê, herwiha fermandarîya Selahedînê alîkarîyê di pêkanaîna hemû biryarên ku ji alîyê şana qeyranê ve hatine standin dike bo rawestandina belavbûna COVID-19 û misogerkirina ewlehîya welatîyan, Sebrî got.

Hêzên ewlekarîyê di xebatên pajikirin û taqîmkirina deverên niştecihbûnê de, bilindkirina asta hişyarîyê derbarê vayrûsê beşdar dibin û alîkarîya xwarinê bo hejaran dabîn dikin.

Di heman demê de, hêzên ewlekarîyê li parêzgeha Diyalayê, bi serkêşîya hêza polîs, planekê pêk tînin daku nehêlin DAIŞ sûdê ji çi derfetê wergire bo bandorê li rewşa ewlehî li parêzgehê bike.

Peyvdarê fermandarîya polîsê Diyalayê emîd Nîhad Mehdawî got ku plan giranîyê dide du rêbazan. Ya yekem "zêdekirina êrîş û operasyonên ewlehî yên parêzî li dijî DAIŞê bo têkbirina planên wê û her hewldaneke wergirtina sûdê ji tehedîyên heyî yên girêdayî petayê ji alîyê wan ve".

Rêbaza duyem ji "berdewamkirina hevahengîyê û xebatên bihevreyî ji alîyê hemû sazî û rêxistinên têkildar ve û bicihanîna tedbîran bo parastina sivîlan ji xetera vayrûsa Koronayê pêk tê", wî ji Diyaruna re ragihand.

Di nav van tedbîran de dabînkirina alîkarîya xwarinê ji malbatên hewcedar re û pêkanîna kampanyayên paqijkirinê.

Serkirdeyên ewlekarî yên Diyalayê "berdewam dicivin û rêbazên birêvebirina petayê bi awayekî çalak nîqaş dikin ligel berdewakirina fişarê li ser terorîstan", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500