Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Fransa destekê dide xebatên Îraqê yên rakirina mayînan

Xalid Taî

Xebîrên Fransî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li ser rêbazên rakirina mînan rahînan dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Xebîrên Fransî hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li ser rêbazên rakirina mînan rahînan dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Fransî hatiye wergirtin]

Fransa bi germî tevlî xebatên Îraqî yên rakirina mayîn û cebilxanyên neteqandî dibe yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştine li deverên ku berê ew kontrol dikir, pisporan ji Diyaruna re got.

Bo çareserkirina vê babetê -- astengîya sereke ya li pêşîya vegera koçberan-- pisporên Fransî tevlî me bûn û korsên perwerdekirinê bi Îraqîyên ku beşdarî xebatên rakirina mayînan bûne girêdan.

Di korsa "lêpirsîna paş-êrîşê" ya di Kanûna Yekem de hatibû lidarxistin de, endezyarin ji tîma Narvik ya Fransî perwerdeya der barê standina delîlên piştî teqîna bombeyên bidestçêkirî da Ajansa Dijî-Terorê ya Îraqî.

Xebatkarê ajansê, yên li cem tîma Narvik perwerdeyê dibînin beşekî Operasyona Şemal in , di enîyên pêşîn ên şerê li dijî DAIŞê de û bi awayekî rêxistinkirî derbasî deverên teqînan dibin.

Pisporên Fransî perwerdeya rakirina mayînan didin Îraqîyan li jîngehine cuda. [Wêne ji balyozxaneya Fransî ya li Bexdayê hatiye wergirtin]

Pisporên Fransî perwerdeya rakirina mayînan didin Îraqîyan li jîngehine cuda. [Wêne ji balyozxaneya Fransî ya li Bexdayê hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî bombeyeke ku DAIŞê li nêzî gundê Heşter li navçeya Mexmûrê li bakurê Îraqê diteqîne di 19ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî bombeyeke ku DAIŞê li nêzî gundê Heşter li navçeya Mexmûrê li bakurê Îraqê diteqîne di 19ê Tîrmehê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyona Şemal, Beshdarîya Fransayê di çarçoveya Operasyona Bersiva Tund de, ew hevbendîyeke ku ji 80 welat û rêxistinanên ku li dijî DAIŞê şer dikin pêk tê. Ew piştevanîya hêzên li ser erdê dike û perwerdeyê dide hêzên ewlekarîyê yên Îraqî.

Fransa Sêşemê (7ê Kanûna Duyem) teqez kir ku ew "ne biniyet e" hêzên xwe ji Îraqê vekişîne piştî bilindbûna asta tengijînênemaze piştî kuştina fermandarekî paybebilind ê Îranê li ser destê Amerîkayê.

Fransa dora 200 leşkerên xwe tevlî hevpeymanîya navdewletî kir ya li dijî DAIŞê şer dike, ku 160 ji wan endamên artêşa Îraqî perwerde dikin, li gorî wezareta parastinê ya Fransayê.

"Ji Înê de me ewlehî ji leşkerên xwe yên Fransî re xurt kiriye yên li Îraqê belavkirî ne," Wezîrê Berevanîyê Florence Parly Sêşemê got.

Parly da zanîn ku "pêşekî îroj ji heman tiştê ku me berê xwestibû re ye û divê di siberojê jî de bimîne: şerkirina li dijî DAIŞê û geşedana wê li ser erdê li Rojhilata Navîn, û propogandaya li ser enternetê."

Perwerdeyeke pêşketî

Peyvdarê Wezareta Berevanîyê ya Îraqî lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re got ku çareserkirina mijara cebilxaneyên neteqandî berhengarîyeke dijwar bû.

Wî got ku "berên mezin ên bi mayînan tijî hene, ku bome di malan de, li rê, binesazî û deverine ku nayên bala kesî hatine çandin."

Xefacî anî ziman ku bo jîyan vegere mîna berê li çi devereke rizgarkirî, pir pêwîst e destpêkê ev bermahî werin rakirin, "û li vê de hevkarên me yên navdewletî û yên Fransî bi taybet, alîkarîya pêwîst pêşkêşî me kirin."

Wî da zanîn ku Fransîyan perwerdeyeke pêşketî dan tîmên endezyarî yên wezaretên berevanî û ya hundir ên Îraqî der barê vedîtina mayîn û bombeyan û jihevxistina wan bi awayekî ewle de.

Di sala 2019an de, 12 pisporên ji wezareta hundir a Îraqî bawernameyên pisportîyê wergirtin piştî bidawîkirina korsên perwerdekirinê ku 5 mehan li Fransayê dirêj kirin der barê bombeyên di pir, qeraxên çeman û li bin avê de çandî.

Wî anî ziman ku perwerdekarên Fransî her wiha perwerde der barê jihevxistina bombeyan li dezgeha Selman Pak a li başûrê Bexdayê jî dan, li gel balkişandina ser bombeyên kîmawî, her wekî alavên parastin û vedîtina teqemenîyan jî li dezgehê danîn.

Xefacî got ku korsên perwerdekirinê alîkarîya pisporên Îraqî kirin ku "jêhatîyên payebilind bi dest bixin û hiştin ew van jêhatîyan veguhêzin hevalên xwe."

Wî destnîşan kir ku Fransa her wiha bo avakirina karînên teknîkî yên Îraqîyan di warê xebatên mayînan de jî alîkar e, her wekî bang li civaka navdewletî dike ku bêhtir piştevanîyê bo vê yekê pêşkêş bike.

Wî dîyar kir ku "hîna em pir gerekdarî alavên pêwîst in bo dîtina teqemenîyan, jihevxistina wan û kêmkirina metirsîya wan."

Xefacî got "me gavên baş ber bi kêmkirina gefa mayînan de avêtin û me jîyana niştecihên herêmî rizgar kir," da zanîn ku hîna jî gefa wan li dar e.

Ji perwerdekirinê zêdetir, hikumeta Fransayê, bi alîkarîya ji NY, $590,000 weke piştevanî sala 2018 par pêşkêşî kompanîyên netewî û yên navdewletî kir ên di warê rakirina IEDs û mayînan li deverên ji DAIŞê rizgarkirî de kar dikin.

Vegera jîyana asayê

Bi saya piştevanîya Fransî û navdewletî, kompanîya Fehed a rakirina mayînan karîbû bernameyên paqijkirina hemû deverên bi teqemenîyên DAIŞê herimandî pêk bîne, birêveberê kompanîyê Mihemed Etiya wiha got.

Etiya ji Diyaruna re got "me karîbû nêzî 80% ji hemû bajarên bi mayîn û bermahîyên terorê herimandî paqij bikin, da zanîn jî ku deverên paqijkirî dibistan, navendên tenduristî û projeyên binesazîyê girtin dest.

Ji wê zedetir, bi hevkarîya bi kompanîyên rakirina mayînan ên Amerîkî Janus û Tetra Tech re, Fehed nêzî 200 deverên herimandî li parêzgehên rizgarkirî paqij kirin, wî got.

Bi temamî 30,000 mûşek û 125 ton mayîn û bombeyên neteqandî hatin wêrankirin, bi piştevanîya Wezareta Derve ya Amerîkayê.

Şîrovekarê ewlehî Sermed Beyatî îşaret bi xebatên Fransayê kir ku ew alîkarîya Îraqê bo sivikirina rakirina şopên teorê dike di rêya piştevanîya operasyonên rakirina mayînan re.

Beyatî anî ziman ku Fransa jî destekê dide xebatên heyî bo bilez koçber vegerin, piştî rakirina bermahîyên teqemenîyan ên şer.

Lê xelasbûna bi temamî ji teqemenîyên DAIŞê "hîna rêya wê pir dûr e û xebatên bêhtir ji desthilatên Îraqî û navdewletî tê xwestin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500