Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî xebatên ewlehî li gundên Diyalayê xurt dikin

Xalid Taî

Serkirdeyên ewlehî civînekê li Diyalayê roja 16ê Cotmehê li dar dixin bo nîqaşkirina rewşa ewlehî li parêzgehê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Serkirdeyên ewlehî civînekê li Diyalayê roja 16ê Cotmehê li dar dixin bo nîqaşkirina rewşa ewlehî li parêzgehê. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî rêkarên nû dane ber xwe bo ewlekirina gundên parêzgeha Diyalayê ji gefên paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), Fermandarîya Polîsê Diyalayê Înê (18ê Cotmehê) ragihand.

Civîneke hevbeş di navbera Fermandarîya Operasyonên Diyalayê, Fermandarîya Polîs û Firqeya 5ê ya Artêşê de roja Çarşemê hat lidarxistin, eqîd Nîhad Muhemed, birêveberê mîdya û têkilîyên Fermandarîya Polîs ragihand.

Beşdaran gelek pirs nîqaş kirin, di nav de rewşa ewlehî li gundên Muxeysa, Ebû Xenazîr û Ebû Kermayê li devera Weqif li dijî êrîşên bi şev ên terorî.

Vê dawîyê endamên DAIŞê êrîş kirin xaleke pişkinînê şeva Sêşemê li Ebû Kermayê, û du polîs birîndar bûn.

Fermandarên artêşa Îraqî rewşa ewlehî li gundên li parêzgeha Diyalayê roja 21ê tîrmehê pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên artêşa Îraqî rewşa ewlehî li gundên li parêzgeha Diyalayê roja 21ê tîrmehê pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Muhemed got ku di civînê de, serkirdeyên ewlehî "biryar dan ku komek ji rêkaran bidin pêş xwe bo ewelkirina wan gundan û nehiştina gefa terorî".

"Tedbîrên ku me dest pê kirine bicihkirina yekîneyên bêhtir ên artêşê û polîs li nava gundan û derdora wan, zêdekirina xalên pişkinînê û çêkirina girên ji axê bo girtina valahîyên di navbera gundan û deverên ewlehî li wan lawaz de dihundirînin," wî got.

Wî got ku kamîrayê germbar ên bi medayê mezin hatin danîn bo çavdêrîkirina tevgerên çekdaran û binxistina êrîşên wan û hewlên derbasbûna bi dizî ji bustan û zevîyên li derdora gundan.

Muhemed got ku hêzên ewlehî û hewalgirî dest bi lêgerîna li veşartgehên DAIŞê li bistanan û deverên mişt dehil kirine.

Ewlehî baş bûye

"Operasyonên me yên parêzî li wan deveran di her du rojên çûyî de bûn encama dîtin û wêrankirina sê malên bêhinvedanê yên ku xwarin, çek û alav dihundirandin," Muhemed got.

Wî got ku rewşa ewlehî li gundan aniha seqamgîr e. "Hertişt li jêr kontrolê ye, dibistan vekirî ne û xelk vegeraye jîyana xwe ya asayî."

"Me herwiha çend rê dîsan vekirin ku ew ji ber sedemên ewlehî girtî bûn, bi taybetî di navbera gundê Ebû Xenazîr û devera Ebû Seyda Sexîra de," wî got.

Wî got ku ev yek dê bawerîya xelkê bi rêkarên ewlehî yên nû zêde bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500