Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Îraq li ser avakirina dadgehekê bo haletên gendelîyê yên berpirsên payebilind dixebite

Xalid Taî û AFP

Encumena Bilind a Dadwerîyê civînek di 16ê Cotmehê de li dar xist, tê de biryara avakirina dadgeheke navendî ya tawanan li Bexdayê hat girtin ku dê haletên gendelîyên yên berpirsên paybebilind bihundirîne. [Wêne ji Encumena Bilind a Dadwerîyê hatiye wergirtin]

Encumena Bilind a Dadwerîyê civînek di 16ê Cotmehê de li dar xist, tê de biryara avakirina dadgeheke navendî ya tawanan li Bexdayê hat girtin ku dê haletên gendelîyên yên berpirsên paybebilind bihundirîne. [Wêne ji Encumena Bilind a Dadwerîyê hatiye wergirtin]

Piştî pêleke xwepêşandanên xwînî li dijî hikumetê, Bexdayêrêzerêkarin bo nehiştina gendelîyê ragihandin.

Dadwerîya Îraqî dê dadgeheke navendî ya tawanan bo haletên gendelîyê ava bike bo berpirsine payebilind ên cihên xwe di karên hikumî de digirin darizîne, medyaya navxweyî Çarşemê (16ê Cotmehê) ragihand.

Biryar piştî civîneke Encumena Bilind a Dadwerîyê, dadwer Fayîq Zêdan, ligel nûnerên dadgeh û Komîteyên Çavdêrîya Darayî û Destpakî hat standin.

Beşdaran awayê pêşxistina mekanîzmeyeke nû nîqaş kirin da li hember gendelîyê bisekinin û koka sedemên wê destnîşan bikin, li gorî daxuyanîyeke Encumena Dadwerîyê.

Îraqî li dijî gendelîyê derdikevin li Bexdayê di 1ê Cotmehê de. [Wêne ji Peymangeha Mala Îraqî hatiye wergirtin]

Îraqî li dijî gendelîyê derdikevin li Bexdayê di 1ê Cotmehê de. [Wêne ji Peymangeha Mala Îraqî hatiye wergirtin]

Dadgeha nû "rêkareke çalak e û gaveke pêşketî ye bo piştevanîya xebatên ku bo rûbirûkirina gendelîyê tên kirin bike," Serokê Komeleya Rewşenbîrtîya Qanûnî Tariq Herb wiha ji Diyaruna re anî ziman.

Herb da zanîn ku aniha hemû dadgehên Îraqî berpirsên babetên girêdayî gendelîya darayî û birêvebertî ne, weke bertêl, başnebikaranîna kar û başnebikaranîna pereyên gitşî.

Wî anî ziman ku "lê piştî me li nêrînên nûnerên ji hikumetê, komîteya Destpakî û dadgehên gilîkirinê guhdarî kirin, Encumena Dadwerîyê biryar da ku dadgeheke taybet bo tawanan were avakirin û cihê wê jî li ofîsên dadgeha gilîkirinê ya li Kerex li Bexdayê be."

Li gorî Herb, dadgeh "dê bi çareserkirina haletên gendelîyê yên mezin ve rabe û herwiha ew babetên ku kesê tawanbar berpirsekî giştî payebilind be, weke wekîlên wezaretan, birêveberên giştî û serokên desteyên serbixwe."

Bi rêya vê gavê re, Encumena Dadwerîyê daxwaze "zextê li ser dadgehan sivik bike û bilez lêpirsîn di babetên gendelîyê yên mezin de çêbibe," wî got.

Wî destnîşan kir ku hikumên dadgehê ji gilîyan re dê vekirî be, weke hemû dadgehên din.

Herb dîyar kir ku babetên bikevin vê dadgeha nû dê ji hêla ofîsa dozgerîya giştî werin bijartin û bi hevahengîya komîteya Destpakî, da zanîn jî ku ev babet dê ji hêla dadwerine pispor di babetên destpakîyê de werin lêpirsînkirin.

"Anîna berpirsine payebilind bo darizandinê"

Herb da dîyarkirin ku dadgeh dê bi darizandina berpirsên gendel û ew kesên pereyên giştî dixwin re mijûl be," ku ev yek daxwaza sereke ya xwepêşandanên vê mehê bû."

Wî ragihand ku "biryara avakirina dadgehê," ramaneke ku berê li ser maseya nîqaşê bû, xwepêşandanên gel ev yek lez kir," da zanîn jî ku ev yek giringtirîn daxwazên xwepêşanderan bi cih tîne ye.

Koma kampanyaya li dijî anîna pereyên ne rewa Rêxistina Dîwederîya Navdewletî sala par Îraq di peyaya 12 di nava dewletên herî gendel de dabeş kir, li gorî analîzên pispor û nêrînan.

Berpirsekî li dijî-gendelîyê ku ji AFP re axivî bi sê kirinên belav ev tişt anî ziman: pasdarên sînor ku bertêlan distînin da bacên gumrikê rakin, bazirganîya sotemenî ya ne qanûnî, û kirîna û firotina erdên dewletê û malên mezin bi rêyên ne qanûnî.

Berpirsekî din ji ofîsa çavdêrê giştî ya wezareta petrolê dîyar kir ku "gelek bûyerên gendelîyê" hatine vedîtin.

Berpirsê ku nexwest nasnameya wî were eşkerekirin got ku wezaretê "karîbû avakirina xeteke neftê ku diçe Urdinê rawestîne, ji ber her kîlometrek buhayê xwe 1.5 milyon dolar bû, ku ev buhayekî giran e.

Wî got ku operasyonê bazirganên neftê û xwedîyên kompanîyên veguhastinê "yên girêdayî alîyên gendelîyê" têk birin.

Serokwezîr Adil Abdul Mehdî eşkere kir ku "lîsteke ji navên 1,000 karmendên sivîl" ku bi gundelîyên tên gunehbarkirin bo dadgehan hat şandin.

Wî soz da ku dê di demeke nêz de "dê lîsta pêşîn a berpirsên payebilind dê li pêşîya dadwerîyê be".

Di nav wan de berpirsên niha li ser kar û wezîrên berê, li gorî ofîsa Ebdul Mehdî, ya ku heta aniha tu nav bi awayekî fermî eşkere nekirine.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Heman tişt e.

BERSIV BIDE

Xwedê serketinê bixe para dadwerîya Îraqî!

BERSIV BIDE