Nûçeyên Iraqê
Analîz

Hêzên Rûsî çavên wan lê ye ku demeke dirêj li Sûrîyayê bimînin

AFP

Leşkerekî Rûsî û Sûrî bi hev re rawestiyane li nêzî Lataminayê li parêzgeha Hemaya Sûrîyayê di 25ê Îlonê de di wêneyekê de ku di rêwîtîyeke arastekirî de ji alîyê artêşa Rûsî ve hatiye kişandin. [Maksîm Popov/AFP] 

Leşkerekî Rûsî û Sûrî bi hev re rawestiyane li nêzî Lataminayê li parêzgeha Hemaya Sûrîyayê di 25ê Îlonê de di wêneyekê de ku di rêwîtîyeke arastekirî de ji alîyê artêşa Rûsî ve hatiye kişandin. [Maksîm Popov/AFP] 

Dema ew dinêre li parkeke ku di swênkareke darayî ya Rûsî de hatiye çandin li bendera Tertûsê ya Sûrî, fermandarê baregehê refekî daran destnîşan dike.

"Ev dar dê demeke dirêj bidin da ku mezin bibin," Rûsî dibêjin, çavên wî ji tîrêjên roja Deryaya Spî bi kumekî veşartinê tên parastin.

Piştî derbasbûna çar salan li ser destwerdana di Sûrîyayê de bo piştgirîkirina Serok Beşar Esed, hêzên serbazî yên Rûsî ti nîşanan dîyar nakin ku ew dê ji welat derkevin.

tam dijî rastîyê ye

Endamine hêzên Sûrî û Rûsî rawestiyane pasvanîyê dikin li nêzî posterên Serokê Sûrî Beşar Esed û hevtayê wî yê Rûsî Vladîmêr Putîn li derbasgeha Ebû Duhûr li derdora parêzgeha Idlibê ji alîyê rojhilat ve di 20 Tebaxa 2018an de. [George Ourfalian/AFP]

Endamine hêzên Sûrî û Rûsî rawestiyane pasvanîyê dikin li nêzî posterên Serokê Sûrî Beşar Esed û hevtayê wî yê Rûsî Vladîmêr Putîn li derbasgeha Ebû Duhûr li derdora parêzgeha Idlibê ji alîyê rojhilat ve di 20 Tebaxa 2018an de. [George Ourfalian/AFP]

Di rêwîtîyeke vê dawîyê ya wezareta berevanîyê ya Rûsî li Sûrîyayê, rojnamevanên AFP û medyayên din dîtin ku hêzên Mosko şaxan diberdin da ku demeke dirêj bimînin -- ew hebûna xwe qayim dikin ya ku dê tûşkirinên wê li ser Rojhilata Navîn hebe.

Li baregeha Tertûsê, komplekseke berfireh li ser berava rojhilatê Deryaya Sipî, keştîyên şer û noqavên Rûsî bi temamî raberkirî ne.

Lê herwiha raport diyar dikin ku lîse hene cihê ku leşkerên dervey dema erk wezna xwe zêde dikin, firn şîrînîyên Rûsî dabîn dikin, sawnaya darî ya nerîtî ya weke banya tê naskirin û heta kenîseyên Xiristyanî yên Ortodoks ên qubeyên wê weke pîvazan mişt îkone.

"Hemû alavên rihetîyê yên girîng" ji leşkerên Rûsî re tên dabînkirin, efserek wiha dibêje.

Mosko dest bi pêngava xwe kir da ku piştgirîya rejîma Sûrî bike di dawîya Îlona 2015an de. Destwerdana wê weke xaleke guhertinê ji rejîmê re hat destnîankirin, hêzên girêdayî rejîmê gelek erdên ku carekê dervey kontrola hikûmetê bûn vegerandin.

Bi awyekî fermî, dora 63,000 leşkerên Rûsî derbasî Sûrîyayê bûn di pêngavê de, di nav wan de leşker, keştîvan, û balefirvan ên ku di lûtkeya pêngavê de bêtirî 100 êrîşên asmanî rojane pêk dianîn.

Herwiha bi sedan girêdarên serbazî yên Rûsî yên taybet li Sûrîyayê kar dikin, raport dibêjin ku ew di xetên pêşîn li gel hêzên Sûrî şer dikin.

Dora 3,000 karmendên xizmeta Rûsî aniha li Sûrîyayê belavkirî ne, li swênkarên mîna Tertûs û baregeha asmanî ya Hemêmîmê li parêzgeha Laziqîyayê.

Hebûna serbazî ya Rûsî ya dûrûdirêj

Mosko demanên ku 49 salan dirêj didin li ser dû swênkaran imze kir, vê yekê hebûna serbazî ya dûrûdirêj ya yekem li Rojhilata navîn da Rûsîyayê.

Serokê Rûsî Vladîmêr Putîn -- di mîsyonekê de bo berfirehkirina hebûna Rûsîyayê li ser asta cîhanî -- got ku hêzên wî dê li Sûrîyayê bimînin her çi qas hewcedarî bi wan hebe.

"Artêşa me li wir e da ku bercewendîyên Rûsyayê misoger bikin li devereke girîng li cîhanê," Putîn di gotineke xwe ya marasonî de li ser televîzyonê par got.

"Ligel van baregehan, Rûsya cihê xwe li Sûrîyayê xweş kir" her çi qas Esed di cihê desthilatdarîyê de be, şirovekerê berevanîya Rûsî Alexei Malashenko dibêje.

Rûsya sûdê ne tenê ji baregehan digire. Ligel Îran û Tirkîyayê, ew aniha roleke girîng digerîne di giftûgoyên navdewletî de derbarê pêşeroja welat, dema ew têkilîyên xurtir bi Enqera û Tehranê re bi pêş dixe.

Dûrî baregehan, hebûna Moskoyê li seranserê welat dîyar e.

Navgînên serbazî yên Rûsî pageran dikin li dirêjahîya rêyan, navgînên ku posterên Esed û Putîn li rex hev in li ser wan. û li gundewarê rojavayê Şamê, peyamnêr tabûreke artêşa Sûrî ku şêwirmendên Rûsî wan rahînan dikin dîtin.

Hat danîn da ku di karê nûavakirinê de sûdê jê wergirin

Li Helebê, cihê ku hêzên rejîma Sûrî bi temamî careke din kirin jêr kontrola xwe piştîşerê salên dijwar, Rûsya tevlî hin karên nûavakirinê bû.

Xebatên nûavakirinê heta aniha kêm in, ji ber civaka navdewletî ditirse temwîla Esed bike.

Lê NY texmîn dike ku lêçûna nûavakirinê li Sûrîyayê piştî şer dê 400 milyar $ be ûRûsya xwe xistiye warê ku roleke sûddar û -- sereke -- bilîze.

Lê tevî wê yekê, berhengarî dimînin û Melaşenko hişyarî da ku ti tiştê pişrastkirî li Sûrîyayê nîne.

Hîn parêzgeha Idlibê ya li bakur û rojavayê welat dervey kontrola rejîma Sûrî ye, tevî erîşa rejîmê ya xwînawî.

Hêvî ku bigihine çareserîyeke siyasî ya dûrûdirêj kêm in, tevî ku NY vê mehê îlan kir ku ew dê komîteyeke destûrî ya nû çêke.

Bi piştgirîkirina Esed bi awayekî dîyar, Melaşinko dibêje, dibe ku Rûsya xwe xistibe warekî şikestinbar.

"Russia has no other way out. It has good tactics but no strategy," wî got. "Ew gaveke ber bi pêş ve ye, lê ti kes nizane bê çi dê piştî vê biqewime."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dem baş, hûn qala kîjan bingehan dikin? Mosko girêbesteke 49-salî bo du bingehan wajû kir, ku ev yek jî yekem hebûna serbazî ya dem-dirêj a Rûsyayê ye li Rojhilata Navîn.

BERSIV BIDE