Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rûsya hebûna xwe li Sûrîyayê bihêz nîşan dide hevdem ligel şerekî li ser hejmûnê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Firokeyên Rûsî li balefirgeha Serbazgeha Himêmîm a asmanî li parêzgeha Laziqîya Sûrîyayê ne. [Wêne ji rûpela Faceookê ya Serbazgeha Himêmîm a asmanî ya Rûsî hatiye wergirtin]

Firokeyên Rûsî li balefirgeha Serbazgeha Himêmîm a asmanî li parêzgeha Laziqîya Sûrîyayê ne. [Wêne ji rûpela Faceookê ya Serbazgeha Himêmîm a asmanî ya Rûsî hatiye wergirtin]

Zêdekirina Rûsîya -- ya bi eşkere -- ji hebûna xwe ya serbazî re li Sûrîyayê nîşaneke zelal a pêşbazîya li ser hejmûnê ye di navbera Rûsya û Îranê de, pispor wiha ji Diyaruna re dibêjin.

Roja 24ê Îlonê, "bi dehan rojnameger" li gundewarê rojavayî yê Şamê amade bûn bo temaşekirina şervanên ketîbeyeke nû ya artêşa rejîma Sûrîyayê, yên ku zîrekîyên ku ew li ser destên şêwirmendên serbazî yên Rûsyayê fêr bûne nemayiş dikin.

Berpirsên bilind ên serbazî yên Sûrî û Rûsî amade bûn bo temaşekirina rahînanê, ku tê de leşkeran êrîşek pêk anî, rokêt û hawen berdan, û rahînanên li ser rakirina mînan û dabînkirina alîkarîya tengavî kirin.

Di nemayişeke operasyonên serbazî yên Rûsî yên kêmpeyda de li Sûrîyayê, şêwirmendên Rûsî derketin pêş kamîrayan, û bi alîkarîya wergêrekî Ereb, şêwirmendekî Rûsî hêz fêr dikirin çawa mînan bibînin û pûş bikin.

Efserên serbazî yên Rûsî û Sûrî ligel efserê artêşa Sûrî Suhêl Hesen in dema ku ew serdana yekîneyeke serbazî li parêzgeha Hemayê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayê Qudis hatiye wergirtin]

Efserên serbazî yên Rûsî û Sûrî ligel efserê artêşa Sûrî Suhêl Hesen in dema ku ew serdana yekîneyeke serbazî li parêzgeha Hemayê dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Lîwayê Qudis hatiye wergirtin]

Polîsê serbazî yê Rûsî pagerekê li Sûrîyayê pêk tîne. [Wêne ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Polîsê serbazî yê Rûsî pagerekê li Sûrîyayê pêk tîne. [Wêne ji Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Rûsya hêzên ku li Sûrîyayê bi cih bûne weke "şêwirmendên" serbazî bi nav dike tevî ku hêzên wê û balefirên wê yên şer bi awayekî rasterast tevlî şeran dibin.

Bi saya piştevanîya serbazî ya Rûsî, hêzên rejîma Esed beşên mezin ji Sûrîyayê ji destê opozîsyonê û tundrewan vegerandin, û aniha ew dota 60% ji xaka Sûrîyayê kontrol dikin.

Endamên hêza elîte ya nû, ya ku di 10ê Tebaxê de hatiye pêkanîn, du meh rahînana serbazî ya kesane wergirtin berî werin fêrkirin çawa di komên mezin de tev bigerin.

Fermandarên wan dûr nabînin ku ev hêz li asêgeha dawî ya opozîsyonê li Idlibê werin bicihkirin, asêgeha ku rejîma Sûrîyayê her soz daye ku wê vegerîne, ligel hemû xaka Sûrîyayê ya din.

Hebûna serbazî ya Rûsî

Dema ku destêwerdana Rûsyayê di alozîya Sûrîyayê de sala 2015an dest pê kir, hebûna serbazî ya Rûsyayê li wî welatî hebû, parêzerê ji Sûrîyayê Beşîr Besam daxuyand.

Wî ji Diyaruna re got ku ev demeke dûvûdirêj e ku Rûsya xwedan serbazgeh û şêwirmend e li Sûrîyayê, û bandora wê ya rasterast li ser hejmarek ji yekîneyên artêşa Sûrî û efserê wê heye.

Wî dîyar kir ku ji destpêkirina şerê Sûrîyayê ve, hebûna Rûsî ketîye formeke din de, û ev yek bi awayekî berçav bandorê li arasteya bûyeran dike.

"Destêwerdana Rûsyayê ya rasterast di şer de bi şandinabi sedan çeteyên Rûsî û tevlîkirina wan di operasyonên serbazî yên li dar de dest pê kir," Besam teqez kir.

Destêwerdana rasterast a serbazî ya Rûsyayê di Sûrîyayê de ne vekirî bû, weke ku aniha bi eşkere rahînankirina yekîneyên artêşa Sûrîyayê tê nîşandayîn, rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku milîsên ku li gelek deveran hatin damezrandin li jêr fermana fermandarîya Rûsî li Sûrîyayê şer dikin.

Ebdulah got ku Serbazgeha Himêmîm li parêzgeha Laziqîyayê, ku Rûsya wê bi rê dibe, "cihê çalakîyên berdewam e, yên balefirên şer ên ku êrîşên asmanî pêk tînin bo piştgirîkirina hêzên bejahî yên rejîmê, bi taybetî di şerên Idlibê de".

Wî got ku aniha serbazgeh tê berfiehkirin û tê payîn ku karîna wê ya pêşwazîkirina balefirên şer duqat were zêdekirin, û dîyar kir ku ev yek "nîşan dide ku Rûsya dixwaze hebûna xwe ya serbazî bihêle, û vê yekê bi awayekî vekirî dike".

Paşbazîya li ser hejmûnê

Vexwendina medyayî bo rûmalkirina rahînana artêşa Rûsyayê ji ketîbeyeke nû ya Sûrî re pêşbazîya dijwar a di navbera Rûsya û Îranê de li ser hejmûnêli Sûrîyayê nîşan dide, lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku her alîyekî dixwaze ku hejmûna xwe li ser beşê herî mezin ji yekîneyên artêşa rejîma Sûrîyayê bisepîne.

Wî da zanîn ku hebûna polîsê serbazî yê Rûsî li ser erdê zêde bûye, bi taybetî li deverên ku li jêr kontrola hêzên Îranî ne yan jî li jêr kontrola milîsên ser bi Feyleqê Pasdaran in.

Bekar got ku ev nîşandana hêzê di demekê de tê ku êdî bi awayekî berfieh qala nêzîkbûna "bidawîbûna şerê Idlibê dibe", nîşan dide ku Rûsya dixwaze "ji hêla serbazî û siyasî ve li herêmê baledest bibe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500