Nûçeyên Iraqê
Civak

Xizmetguzarîyên sereke kêm in li beşê Dêra Zorê yê li jêr kontrola rejîmê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Derbasgeha bazara Meqabî li bajarê Elbû Kemalê yê Dêra Zorê hîn dagirtî kavil e piştî derbasbûna du salan ku rejîma Sûrî ew vegerandîye li jêr kontrola xwe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Eyin el-Ferat hatiye wergirtin]

Derbasgeha bazara Meqabî li bajarê Elbû Kemalê yê Dêra Zorê hîn dagirtî kavil e piştî derbasbûna du salan ku rejîma Sûrî ew vegerandîye li jêr kontrola xwe. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Eyin el-Ferat hatiye wergirtin]

Xizmetguzarîyên sereke hîm kêm in li beşinan li parêzgeha Dêra Zorê yê ku ji alîyê rejîma Sûrî û milîsên girêdayî Feyleqa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ve tên kontrolkirin, ev yek li lîsteya berhengarîyên ku niştecihên xwecihî rastî wan tên zêde dibin.

Du salan piştî ku rejîm û hevalbendên wê careke din beşine parêzgeha li rojhilatê welat kontrol kirin, molozên şeran hîn ziyanê digihînin bazarên sereke, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Abid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bacên mezin, û bedelên ku ji alîyê rejîm û milîsên cihêreng ve hatin sepandin û berdewamîya kêmbûna xizmetguzarîyan dihêlin ku jîyan li van deveran gelekî zehmet be ji wan kesên ku vegeriyane deverê.

Wî teqez kir ku paşguhkirin li piranîya deverên ku ji alîyê rejîmê ve hatine vegerandin berbelav e, bi taybet bajarên sereke yên mîna Meyadîn û Elbû Kemal.

Bazarên sereke li wan bajaran hîn girtî ne ji ber ku ew mişt moloz in, ên nehatine rakirin bo lezkirina vegera bazirganan.

Wî daxuyand ku binesazîya ziyandar an ya wêrankirî heta aniha nehatiye sazkirin, û kehrebe gelek demjimêran qut dibe ji ber ku tora kehrebeyê hîn nehatiye sazkirin.

Wî dîyar kir ku tevî van şert û mercên zehmet, rejîm bacinan disepîne ku naguncin bi xizmetguzarîyên tên dabînkirin re, û milîs bacan li ser bazirganên ku vegeriyane deverê disepînin.

Ewlehiya darayî û civakî tune ye

Abid got ku ev şert û mercên jîyanê hiştin ku aborîya xwecihî bi paş ve biçe û rewşa darayî ya niştecihan xirab bibe.

"Aniha, weke mînak, xelk dibînin girîng e ku êzingan bidin hev li şûna bikaranîna xaza malê, ji ber ku buhayê xazê pir gelek e," wî got.

Wî teqez kir ku pirsgirêk ne tenê nepeydabûna ewlehîya darayî û civakî ye, û not kir ku tu ewlehî nîne hevdem ligel alozîya li herêmê.

Wî daxuyand ku milîsên girêdayî Feyleqa Pasdaran li hemanekê ne, û tên naskirin "ku çi hêrskirineke gumanbar hebe ew fîşekan bê haydarîkirin bi kar tînin".

Herwiha alozî berdewam di nav milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran û rejîma Sûrî û milîsên girêdayî wê de dikele, li ser bê kî desthilatdarîyê bike û bacan bisepîne.

Wî teqez kir ku heta aniha rejîma Sûrî bi ser neketiye ku pirsa kesên revandî yan niştecihên bi zorê hatine windakirin çareser bike , nikarîbû rewşa wan çareser bike.

Pirsgirêk vê dawîyê derkete holê dema ku Wezîrê Hundir ê Sûrî serdana deverê kir, yê ku bi yekcarî red kir ku pirsgirêkê di civînekê de bi rûsipî û mêrên êlan re nîqaş bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Divê çem û dîwar werin çêkirin, zevî werin şewitandin, û welatîyên mayî yên piştgirîya rejîma xwînmij a diktatorê Sûrîyayê nakin ji birçîna bimirin, û divê borduman bi rêjeya 20% zêde bibin.

BERSIV BIDE