Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevparîya Kuwêt û Amerîkayê hîn bihêz e tevî alozîyên li herêmê

Sultan -Bareî li Riyadê

Serokê Serleşkerîya Artêşa Kuwêt ferîq Muhemed Xidir (R) Bi Birîkarê Wezareta Artêşê ya Amerîkayê Ryan McCarthy dicive di demeke kurt de piştî êrîşa li ser sazîyên neftê yên Siûdîyê. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Kuwêtî hatiye wergirtin]

Serokê Serleşkerîya Artêşa Kuwêt ferîq Muhemed Xidir (R) Bi Birîkarê Wezareta Artêşê ya Amerîkayê Ryan McCarthy dicive di demeke kurt de piştî êrîşa li ser sazîyên neftê yên Siûdîyê. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Kuwêtî hatiye wergirtin]

Di demekê de ku êrîşên nepêşbînîkirî li ser sazîyên neftê yên Siûdî herêma Kendavê nîgeran kirin, hîn hevahengîya serbazî û hevparîya stratîjî ya di navbera Amerîka û Kuwêtê de bihêz in, pisporên serbazî wiha ji Diyaruna re şirove kirin.

Wan got ku Amerîka dimîne hevparekî ewlehî yê cihê bawerîyê ligel Kuwêtê û dewletên din ên Kendavê, û ew dixwaze ku herêma Kendavê li dijî gefa ku Îran pêk tîne biparêze, Îran jî bi awayekî berfireh bi êrîşên 14ê Îlonê hat tawanbarkirin.

Wan got ku hevparîya Amerîka û Kuwêtê beşekî girîng e ji girêdaneke bihêz a ku welatên herêmê girê dide û li hember gefa êrîşên ku dibe Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî (Pasdaran) û hevalbendên wê pêk bînin radiweste.

Artêşa Kuwêtî ragihand ku ew di amadebaşîyeke bilind de ye piştî êrîşên li ser sazîyên neftê yên Abqeyq û Xueys yên kompanîya Aramko ya Siûdî.

Serokê Serleşkerîya Artêşa Kuwêt ferîq Muhemed Xidir di pişkinîneke yekîneyên berevanîya asmanî de cih digire. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Kuwêtî hatiye wergirtin]

Serokê Serleşkerîya Artêşa Kuwêt ferîq Muhemed Xidir di pişkinîneke yekîneyên berevanîya asmanî de cih digire. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Kuwêtî hatiye wergirtin]

Fermandarên polîs û Zêrevanîya Niştîmanî ya Kuwêt damezraweyên neftê yên Kuwêtî pişkinîn dikin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Kuwêtî hatiye wergirtin]

Fermandarên polîs û Zêrevanîya Niştîmanî ya Kuwêt damezraweyên neftê yên Kuwêtî pişkinîn dikin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Kuwêtî hatiye wergirtin]

Hevahengîya serbazî ya di navbera Amerîka û Kuwêt de pir jîyandar e ne tenê bi ewlehîya dewletên Kendavê, belê bo tevahîya herêma Kendavê, ew jî bi saya cihê stratejî yê Kuwêtê, muqedem Nasir Raşid, efserekî xanenişîn ê Artêşa Kuwêtî wiha şirove kir.

Raşid ji Diyaruna re ragihand ku xebat berdewam in bo pêşxistina karînên berevanîya asmanî ya Kuwêtê bi rêya rahînanên serbazî yên hevbeş, û herwiha bi rêya "çek û metodên çavdêrîkirinê yên herî nû û herî pêşketî".

Wî teqez kir ku ev yek dê Kuwêt û dewletên din ên Kendavê biparêze "li dijî her êrîşeke bejahî, asmanî û deryayî".

"Artêşa Kuwêtî di rewşa amadebaşîyê de ye",Raşid teqez kir, û got ku yekîneyên serbazî û leşker bi temamî amade ne bo yekser di her bûyereke tengavî de destwerdanê bikin.

Wî bal kişand ser civîneke awarte ku di 21ê Îlonê de di navbera serokê Serleşkerîya Artêşa Kuwêtî ferîq Muhemed Xidir Birîkarê Wezareta Artêşê ya Amerîkayê Ryan McCarthy de di seredana wî ya dawî de bo Kuwêtê.

Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Artêşa Amerîkayê General Terry R. Ferrell jî li civînê amade bû, ku hevahengîya serbazî ya di navbera herdu welatan de hat nîqaşkirin.

Artêşa Kuwêtî di "amadebaşîyê" de ye

Raportên dibêjin ku navgîneke hewayî ya bê firokevan a di êrîşên Siûdîyê de cih girtiye dibe di asmanê Kuwêtî re derbas bûye hişt ku artêş amadebaşîya xwe ya şervanî bo asta herî bilind zêde bike, Muhemed Suwêdan, fermandarê yekîneya berevanîya sivîl ya Wezareta Hundir wiha ragihand.

"Hemû yekîneyên serbazî, lojistî û berevanîya sivîl di amadebaşîya temam de ne," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku berî aniha rahînana derbarê bersivdayîna kirîtîk bi hêzên Amerîkayê re hatiye encamdayîn, ku ji berevanîya hewayî, koleçanê, çavdêrîya bejahî û deryavanî, û herwiha destêwerdana di bûyerên bikaranîna çekên qedexe li asta navdewletî de pêk tê.

Êrîş li se her welatekî Kendavê êrîşeke li ser hemû civaka Kendavê û hevalbendên wê li seranserê cîhanê, pisporê serbazî Wail Ebdul Mutelib ji Diyaruna re ragihand.

"Cihê cîyosiyasî yê Kuwêtê hiştîye ku ew deverek pir girîng be ji Kendavê re bo bersivkirina xeterîyên gengaz," wî got, û da zanîn ku ligel hevparên xwe yên Kendavê, Amerîka roleke pir kirîtîk di parastina ewlehîyê û aramîyê li herêmê de gerandîye.

Ebdul Mutelib teqez kir ku karînên berevanîya serbazî ya Kuwêtê "pir pêşketî ne, bi taybetî karînên berevanîya hewayî ya artêşa Kuwêtî, ya ku bi sîstema berevanîya mûşekî ya Partiotê ya pir bi dîqet hatiye pitewkirin ".

Wî daxuyand ku ev sîstem dikare bersiva binpêkirinên asmanî bide, û da zanîn ku rêkarên pêwîst hatin pêkanîn bo rêgirtin li ber binpêkirinên rûberê asmanî yê Kuwêtî.

Wî got ku hevahengîya serbazî ya hevbeş bi hev re û bi Amerîkayê re pir girîng e bo hêzdarîya herêma Kendavê, û da zanî ku ev welat bi hev re kelehekê li dijî Pasdaran, ya ku hewl dide ku herêmê bixe nav şerekî de, pêk tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500