Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî DAIŞê ji girava çemê Dicleyê derdixin

Xalid Taî

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî di Operasyona Gemara Reş de beşdar dibin di 10 Îlonê de, li girava Kanosê. [Wêne ji Ajansên Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî di Operasyona Gemara Reş de beşdar dibin di 10 Îlonê de, li girava Kanosê. [Wêne ji Ajansên Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Berpirsên xwecihî teqez dikin ku hêzên Îraqî bi piştgirîya balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji devera girava Kanosê, li nêzîkî bajarê Şarqatê li bakurê Selahedînê, derxistin.

Gelek salan, endamên DAIŞê girava Kanosê (Zor Kanos) weke penageheke tratejî bi kar anî, wan got. Lê ji çaxê ku operasyoneke Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî bi awayekî serketî bi dawî bû, tu hebûna rêxistinê lê nemaye.

Di demeke kurt de, di 10ê Îlonê de, Operasyona Gemara Reş "encamên balkêş pêk anîn", şarederê Şarqatê Elî Dewdeh ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku hêzên Dijî Terorîzmê, ligel polîsê Nînewa û Selahedînê, "girava Kanosê bi temamî paqij kirin", bi piştgirîya asmanî ji alîyê artêşa Îraqî û hevpeymanîya navdewletî ve.

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê û fermandarên polîs xwe amade dikin da ku dest bi Operasyona Gemara Reş bikin, di 10ê Îlonê de, li girava Kanosê. [Wêne ji Ajansên Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê û fermandarên polîs xwe amade dikin da ku dest bi Operasyona Gemara Reş bikin, di 10ê Îlonê de, li girava Kanosê. [Wêne ji Ajansên Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Wî teqez kir ku herî kêm 25 endamên DAIŞê di êrîşên asmanî û operasyonên li ser erdê de yên ku tunêl û malên wan ên ewle armanc kirin û anî ziman ku ew kesên hewl dan ku bi qeyikan di çemê Dicleyê re birevin li wê deverê hatin kuştin.

Dewdeh got ku li gorî fermandarên operasyonê, aniha girava Kanosê "devereke ewle ye û bi temamî ji terorîstan hatiye paqijkirin".

Wî anî ziman ku ji çaxa ku êrîş bi dawî bûye, me ti çalakîya terorîst ku ji giravê hatiye bicihanîn nedîtiye.

Zincîrek ji operasyonên kujer

Operasyona Gemara Reş piştî zincîrek "ji operasyonên kujer ên ku girav armanc kirin di meha borî de, hat. Operasyonên ku hevpeymanîyê di wan de bombeyên lerizîn avêtin da ku veşartgehên terorîstan û torên tunêlan wêran bike"

Wî da zanîn ku di êrîşa dawî de li ser endamên DAIŞê, balefira F-15 û F-35 bêtirî 36,000 kîlogram cebilxane avêtin ser gravê.

Ev yek hat bicihanîn "li ser bingeha agahîyên hewalgirî yên deqîq ên ji alîyê ajansê ve hatin dabînkirin, ya berî vê gelek operasyonên asmanî û êrîş li ser giravê bi cih anîn ku di encamê de endam û serkirdeyên DAIŞê hatin kuştin ", wî got.

Wî anî ziman ku herwiha hejmareke malên bêhinvedanê hatin wêrankirin.

"Operasyona dawî bo paqijkirina Kanosê êrîşa herî mezin bû di vî warî de ji sala 2007an ve," serokê encumena navçeya Şarqatê Salih Şaelan got.

Berî ku DAIŞ bigire ser bakurê Îraqê di sala 2014an de, girav girav navend bû ji tundrewan re, ji ber nêzîkbûna wê ji çemê Dicleyê re, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku endamên DAIŞê ew weke veşartgehekê bi kar anîn piştî têkçûna rêxistinê li Şarqatê, û wan xwe di nav çîtik û geyayên dirêj de vedişart.

Şaelan da zanîn ku ligel ku ew li ser kenarê çem dikeve, girav devereke stratejî bû ji bermahîyên DAIŞê re ji ber ew li ser rêya di navbera Kerkûk û Mûsilê de dikeve û mirov dikare tê re bigihe biyabana Hetrayê û sînorê Îraqû Sûrîyayê.

Wî daxuyand ku operasyona Gemara Reş "rê li ber xeta dabînkirinê ya sereke girt û ew ji penageha wan a herî girîng û pêşîn mehrûm kirin".

"Gefa terorîstan bi dawî bû"

"Gefa terorîst a ku girav li ser bajarê Şarqat û gundên nêzî wî bi dawî bû," Şaelan got, tevî ku hîn DAIŞ li zincîra çîyayê Xanoka û el-Nemil, Mexûl û Meşak ên li başûr heye.

Bi piştgirîya hêza cewî ya hevpeymanîya navdewletî, ajansê operasyonek di 21ê Îlonê de bi cih anî da ku veşartgehên DAIŞê li van deverên çîyayî arman bike.

Sê endamên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan tunel, kun û malên ewle hatin wêrankirin.

Girava Kanosê beşek ji navçeya Aşûr ya îdarî ye.

Birêveberê navçeya Aşûrê Circis Hicab teqez kir ku êrîşa ewlehî ya dawî "girav bi temamî ji hebûna terorîstan pagij kir".

"Dirêya bikaranîna dûrbînên me yêm germî yên li kenarên çemê Dicleyê hatine danîn, me bi awayekî adî çavdêrîya bermahîyên DAIŞê dikir ku ew bi berdewamî ji xalekê heta xaleke din li ser giravê vediguhezîn," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku "piştî operasyona dawî, me nema ti çalakîyên awarte dîtin, ev yek tê wateya ku operasyonên ku bi mehan berdewam kirin, dawî armancên dihatin arezûkirin bi cih anîn".

Hicab da zanîn ku hêzên ewlekarîyê berdewam in di ewlekirina deverên îzole li navçeyê de, di nav wan de girava Hiloyê.

Wî got ku di heman demê de, operasyonên lêgerînê li çîya û giravan û li bakur û rojavayê navçeya Şarqatê "li gorî planên dimînin û pêşketineke mezin pêk tînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Selam û eleykum! Ji we tê xwestin ku ji kerema xwe bi lez destêwerdanê bikin bo çareserkirina qeyrana dergehê Rojhilatê, wate Îraq. Ev bersiv e ji daxwazên rewa yên xelkê û bidawîkirina sîstema gendel a partîyên gendel e. Ev çanda Mîzopotamyayê ye ku ew bi xwe heyvana hemû şaristanî û olan w û wê berî bi hezarên salan hemû ol himbêz kirin. Em bi awayekî bilez bi hewcedarî kompanîyên geştyarî û xizmetên giştî ne. Em bi hewcedarî rabûneke nû ne li Îraqê. Sipas bo dîtina vê yekê; ne pêwîst bû. Dubare sipas.

BERSIV BIDE

Baş e!

BERSIV BIDE