Nûçeyên Iraqê
Aborî

Planeke bo nûavakirina Bajarê Kevin ê Mûsilê tê nirxandin

Ala Husên li Bexdayê

Ev wêneya ku 10ê Tebaxê hatiye kişandin, devera kavil a Mizgefta Mezin a Nû li Bajarê Kevin ê Mûsilê û bingeha Minareya Hedbayê nîşan dide. [Sefîn Hemîd/AFP]

Ev wêneya ku 10ê Tebaxê hatiye kişandin, devera kavil a Mizgefta Mezin a Nû li Bajarê Kevin ê Mûsilê û bingeha Minareya Hedbayê nîşan dide. [Sefîn Hemîd/AFP]

Hikûmeta Îraqî planeke nû bonûavakirina Bajarê Kevin ê Mûsilê dinirxîne, bajarê ku bi giranî wêran bû di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de sala 2017an.

Berpirs dibêjin ku dê plan bi rêya programeke bê temwîlkirin ku dê ji budceya federal, dewletên daner ûrêxistinên piştgirîya nûavakirinê dikin li Îraqê were piştgirîkirin.

"Projeya Bajarê Kevin" piştî lêkolîn û şêwirên gelek bi hikûmeta Îraqî re hat dariştin, serokê şaredarîya Mûsilê Redwan Şehwanî ji Diyaruna re ragihand.

Wî eşkere kir ku ew bo hikûmeta Îraqî hatiye pêşkêşkirin bo wergirtina rezamendîya fermî.

Wî teqez kir ku dema proje were erêkirin, dê qonaxa yekem ji rêxistinkirin û pêkanîna kampanyayeke berfireh a rakirina kavil û mozelên mayî ji Bajarê Kevin pêk bê, ev yek jî li jêr serpereştîya rasterast a hikûmeta Nînewayê.

Qonaxa duyem dê dariştina reşnûsekê bo nûavakirina Bajarê Kevin bihundirîne, ku ew dê alîkarîyê di vegerandina xizmetguzarîyan de bike.

Şehwanî daxuyand ku heta aniha, Nînewayê rezamendîya Wezareta Avakirin û Niştecihkirinê wergirtiye, ya ku berpirsyar e ji pêşxistina dîzaynên bingehîn ên bajaran.

Şehwanî got ku dê kar bi hevkarî ligel Birêveberîya Dîzayinkirina Bajaran were pêkanîn.

Wî got ku ev her du gav qonaxên herî girîng ên projeya nûavakirinê ne, projeya ku dê pişt re li ser bingeha berîtîyên taybet û li gorî demên ku dê werin dîyarkirin bikeve di warê bicihanînê de.

Peydakirina derfetên kar

Hemû dîtin û pêşinyarên têkildarî projeyê yên gihiştine destê hikmûeta xwecihî li Mûsilê bo hikûmeta navendî hatine şandin û ew aniha tên nirxandin, Cîgirê Wezîrê Koçberîyê Casim Atîyah ji Diyaruna re ragihand.

Atîyah, yê ku 8ê Îlonê serdana Mûsilê kir bo nîqaşkirina pêşinyarê, got ku dê hikûmet budceyekê bo bicihanîna projeyê veqetîne û teqez kir ku dê birêveberîyeke xwecihî bi serpereştîkirin û bicihanîna kar were erkdarkirin.

Şîfa Taha serokê Federasyona Giştî ya Yekîtîyên Bazirganîyê li Mûsilê ragihand ku divê projeyên wiha pişta xwe bi karkerên ji deverê girê bidin.

Ev yekê dê "mifayeke civakî" bigihîne bajar ligel mifayên aborî yên ku ji nûavakirlinê tê, wî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî ji hikûmeta Nînewayê xwest ku federesyona wî tevlî bicihanîna projeyên nû yên nûavakirinê li parêzgehê bike.

Wî daxuyand ku yasaya kar a Îraqî kompanîyên biyanî yên ku li welat kar dikin mecbûr dike ku karkerên navxweyî tevlî kar bike. û da zanîn ku divê rêjeya wan ne kêmî 52% be di her projeyekê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500