Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Komeke mafnasî ya Sûrî ji ber kuştina sivîlan rexneyan li Rûsyayê dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du dergûş ji cihê ku bû armanca êrîşa asmanî ya Rûsî hatin derxistin li bajarê Maeret Numanê di 22ê Tîrmehê de. [Wêne ji Tora Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Du dergûş ji cihê ku bû armanca êrîşa asmanî ya Rûsî hatin derxistin li bajarê Maeret Numanê di 22ê Tîrmehê de. [Wêne ji Tora Sûrî bo Mafên Mirov hatiye wergirtin]

Di raporteke ku di 30ê Îlonê de hat belavkirin, salvegera çarem ya destwerdana Rûsî ya serbazî di şerê Sûrî de, Tora Sûrî bo Mafên Mirov rexne li Rûsyayê kir ji ber "bi sedan tawanên şer" ên wê li Sûrîyayê kirine.

Di encama kiryarên wê de, mirov nikare bi Rûsya bawer be derbarê çi proseya siyasî ya nûavakirinê li Sûrîyayê, weke çawa raporta ji 40 rûpelan pêk tê dibêje, ew herwiha dibêje ku destwerdana Rûsî bûye encama mirina bêhtir ji 6,500 sivîlan.

Raport bal dikşîne ku Rûsya lêborîn nexwest ji ber kuştina van kesan, û tu qerebûkirin nedane malbatên qurbanîyan, û ew destnîşan dike ku wê bi berdewamî red kir ku wê nexweşxane, sazîyên berevanîya sivîl û taxên niştecihbûnê bombebaran kirine.

Raport angaştinên Rûsîyê ku wê ji xêra xelkên Sûrî re destwerdan di şer de kiriye red dike, parêzerê Sûrî Beşîr Besam vê heftîyê ji Diyaruna re ragihand.

Ev ambûlans ziyan guhayê dema ku êrîşa asmanî ya Rûsî li navendeke Berevanîya Sivîl a Sûrî xist li gundê Sufohonê li gundewarê başûrî yê Idlibê, û ew derxiste derveyî xizmetê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Ev ambûlans ziyan guhayê dema ku êrîşa asmanî ya Rûsî li navendeke Berevanîya Sivîl a Sûrî xist li gundê Sufohonê li gundewarê başûrî yê Idlibê, û ew derxiste derveyî xizmetê. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî di nîvî molozên kampeke bêwarîyê de li gundewarê Idlibê radiweste, kampa ku bû armanca êrîşa asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî di nîvî molozên kampeke bêwarîyê de li gundewarê Idlibê radiweste, kampa ku bû armanca êrîşa asmanî ya Rûsî. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî not kir ku hejmareke mezin ji sivîlan, di nav wan de jin û zarok in, bi mûşek û çekên Rûsî hatin kuştin, dema ku Hêzên Rûsî dest werdan kirin bo piştgirîkirina rejîma hovane ya serokê Sûrî Beşar Esed.

Raport dema ji 30 Îlona 2015an, dema ku Rûsyayê bi awayekî serbazî destwerdan di Sûrîyayê de kir bo piştgirîkirina rejîmê, heya 30ê Îlona 2019an dide ber xwe.

Bêtir ji 6,500 qurbanîyên sivîl

Raport dibêje ku li gorî delîlên ku çalakgerên Sûrî li ser erdê ber hev kirine, hêzên Rûsî 6,686 sivîl kuştine di van her çar salên dawî de, di nav wan de 1,928 zarok û 908 jin.

Bijîşk û medyavan di nav wan kesên di êrîşên Rûsî de hatin kuştin hebûn, li gorî raportê, 107 bijîşk û 21 xebatkarên medyayê jîyana xwe ji dest dane.

Besam daxuyand ku li gorî raportê hejmara herî mezin ji qurbanîyan li parêzgeha Helebê hatiye tomarkirin, di pişt re Idlib û Dêra Zorê.

Wî got ku herwiha raportê daxuyand ku hêzên Rûsî "herî kêm" 1,083 sazîyên jîndar ên ku êli gorî rêkeftinên navdewletî di demên şer parastî ne bombebaran kirin, di nav wan de 201 fêrgeh û 190 sazîyên bijîşkî.

Herwiha raportê 236 haletên ku hêzên Rûsî di wan de bombeyên weşîyî yên li ser asta navdewletî qedexekirî bi kar anîne di êrîşan de belge kirin, ligel 125 haletên bikaranîna çekên sûtinî.

Ev encam li dijî daxuyanîyên xapînok û raportên medyayê ne yên ji alîyê desthilatdarîya Rûsî yan bi temsîla wê hatin belav kirin, raportên angaşt dikin ku Rûsya tenê terorîstan dikuje û alîkarîyê bi gelê Sûrî re dike, li gorî raportê.

Raportê destnîşan kir jî ku Wezareta Berevanîyê ya Rûsî "her û her operasyonên xwe û encamên êrîşên xwe yên asmanî îlan dike û ew angaşt dike ku wê bi hezaran çekdarên terorîst kuştine".

Lêbelê, bi belavkirina vê raportê, ew ne cih û ne nasnameya rêxistina terorîst a berpirs destnîşan nake, li gorî raportê.

Gelê Sûrî bacê dide

Besam got ku ev raport angaştinên Rûsyayê ku wê destwerdan di Sûrîayê de kir ji xêra gelê Sûrî re red dike, û dîyar dike ku armanca wê ya sereke ew bû ku piştgirîya rejîmê bike û berjewendîyên xwe yên aborî û siyasî yên li Sûrîyayê biparêze.

Wî got ku Rûsyayê ev yek li ser hesabê gelê Sûrî kir, "bêyî guh bide encaman yan xesarên di jîyana mirovan de".

Herwiha Rûsya berpirs e ji bêwarbûna sivîlan a bikom, li gorî raportê, bêhtir ji 600,000 sivîl bêwar bûn di operasyonên serbazî yên vê dawîyê de û 3.3 milyon sivîl bi giştî ji ber kiryarên wê bêwar bûn.

Besam got ku çalakgerên di warê mafên mirov de tevgerê dikin daku vê dozê li ser asta navdewletî û ji NY bixin rojevê de daku derewên Rûsyayê eşkere bikin.

Wî destnîşan kir ku Rûsya piştgirîya rejîma Sûrî bi çek û pêdivîyên serbazî dike û ev yek dihêle ku ew karibe şer berdewam bike.

Wî daxuyand ku herwiha ew piştgirîya siyasî ji Sûrîyayê li derve dabîn dike û mafê xwe yê vîto 13 caran bi kar anî bo rêgirtin li ber biryarên NY yên ku rejîma Sûrî şermezar dikin.

"Em nikarin bi tu proseya lihevhatinê ya siyasî ya ku Rûsya sponserî û serperiştîya wê dike bawer bin, ya ku ji rojên pêşî de piştgirîya rejîma Sûrî kir di operasyonê wê yên hovane de û tawanên wê yên li dijî mirovahîyê, ku wê ev yek bi rêya 13 vîtoyên NY kire pêkan," serokê tora mafên mirov Fadil Ebdul Xenî di îlankirina raportê de got.

"Destên Rûsyayê di tawanên şer de hene û divê ew ji ber van tawanan lêborîna xwe bixwaze, di pişt re tiştê wê wêran kiriye çaksaz bike, qerebûyê bide qurbanîyan û nema piştgirîya dîktatorîya tek malbatê li Sûrîyayê bike," wî got.

"Piştî wê yekê, em dikarin raguzareke siyasî ber bi demokrasîyê, mafên mirov û nûavakirin û aramîya Sûrîya û civaka wê ve nîqaş bikin."

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Kî ev ji Sûrîyayê re kiriye?

BERSIV BIDE

Rûsya

BERSIV BIDE