Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Feyleqê Pasdaran hewl dide ku bandora xwe li Dêra Zorê berfireh bike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Wêneyê serkirdeyê Hizbulah Hesen Nesrulah li ser cama firoşgehekê xuya dike, li parêzgeha Dêra Zorê ya li Rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Furat Postê hatiye wergirtin]

Wêneyê serkirdeyê Hizbulah Hesen Nesrulah li ser cama firoşgehekê xuya dike, li parêzgeha Dêra Zorê ya li Rojhilatê Sûrîyayê. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Furat Postê hatiye wergirtin]

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) û milîsên girêdayî wê, xebatên xwe berdewam dikin da ku kontrola xwe li hemû deverên bajarê Dêra Zorê û gundewarên wî, li rojhilatê Sûrîyayê xurt bikin, çalakgerên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Di nav wan xebatan de belavkirina îdîolojîya xwe -- di nav de dilsozîya bo wîlayet el-Feqîh, ya bang bo disozîyê ji Serkirdeyê Herî Bilind ê Îranê Elî Xameneî re dike -- û avakirina navendên çandî.

Weke beşekî ji kempanyayekê da ku bikevine dil û mejîyê xelkê de, milîsên girêdayî Îranê sûdê ji betalî û perîşanîya li deverê berbelav werdigirin da ku ciwanan di nav refên xwe de tecnîd bikin, herwiha kampên havînê saz dikin bo zarokan hînî îdyolojîya xwe bikin.

Di heman demê de, ev milîs, di nav wan de Hizbulaha Lubnanî, dest dideynin ser malên sivîlan li bajarokê Elbû Kemalê yê sînorî, çalakgerê Dêra Zorê Cemîl Ebid ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku bûyera destdanîna ser malan ya herî nû li kolana Debûsê li nîvê Elbû Kemalê, digihe 10 malan ku Hizbulah dest daniye ser wan.

Herwiha endamên Hizbulah kolan ji herdu alîyan ve girtine -- ji alîyê bazarê heta kolana Kitfê li alîyê din -- ku nahêlin niştecîyên xwecihî derbas bibin.

Ebid daxuyand ku hinek ji van malan weke cihên serbazî tên bikaranîn, lê hineke din weke serbazgehan ji mêrên milîsan re tên bikaranîn, li ser şêwazê milîsa Hereket Nuceba ay Îraqî ya Îran piştgirîya wê dike.

Bandordarî û tecnîdkirin

Abid got ku Feyleqê Pasdaran di heman demê de hewl da ku nehêle tu destwerdan ji alîyê sazîyên rejîma Sûrî ve çêbibe, bi taybetî têkildarî dabînkirina xizmetguzarîyan.

Wî anî ziman ku Feyleqê Pasdaran girtiye ser milên xwe ku kêmasîya di xizmetguzarîyan de çareser bike, ne ji xêrwazîyê re, lê belê daku ew niştecihên xwecihî qezenc bike.

Wî got ku xebatan herî dawî ji belavkirina pêdivîyên bijîşkî li ser hejmarek ji navendên bijîşkî yên demkî yên ku dermankirin û dermanên belaş dabîn dikin pêk tên.

Wî not kir ku normal e ku ev navend ji alîyê kompanîyên mîna Cîhad el-Bîna û Sazemenîya el-Şehîd ve, yên ku ser bi Feyleqê Pasdaran in, werin birêvebirin.

Feyleqê Pasdaran û milîsên girêdayî wê berdewam in di sûdwergirtinê de ji şert û mercên darayî yên niştecîyên xwecihî, çalakgerê civakî û medyavan Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ofîsên tecnîdkirinê yên nêzîkî her deverê bala ciwanan dikişînin, yên ji ber hewcedarîya darayî û betalîyê zor li wan tê ku ji milîsan re kar bikin û not kir ku herwiha hin ji wan ditirsin ku eger ew tevlî Feyleqê Pasdaran nebin ew dê ji herêmê werin bidûrxistin.

Salih got ku "lê gefa herî xeternak kampên havînê, yên ji alîyê Fyleqê Pasdaran ve tên avakirin bo tecnîdkirina zarokên deverê".

Wî got ku gelek zarokên xwecihî zor li wan tê kirin ku tevlî van kampan bibin, ku li wir tên hînkirin ku piştgirîya dîtaneya Wîlayet el-Feqîh bikin û soz bidin ku ew dê dilsozên serkirdeyên Feyleqê Pasdaran bin.

Çalakîyên di sînor re

Vekirina dergehê sînorî yê Qaim-Elbû Kemalêcareke din vê dawîyê û dergehekî neqanûnî yê vê dawîyê hiştin ku ev milîs bilezînin daku hemû deverê ji hêzên xwe re misoger bikin, lêkolînerê kar û barên Îranî Şîyar Turko ji Diyaruna re wiha şirove kir.

"Ew hewl didin ku derbasbûna kamyonên çek, cebilxane û çekdarên Feyleqê Pasdaran hil digirin di nav herdu welatan de misoger bikin," wî got, "bêguman ligel misogerkirina çalakîya bazirganî, ya ku dê bêguman kel û pelên Îranî bihundirîne."

Wî got ku belavkirina Feyleqê Pasdaran li deverê ne tenê li bajar û bajarokan e, lê belê gihişt dergehê sînorî ya Qaimê ya fermî, yê ku ji alîyê milîsan tê ewlehkirin, bi taybetî Hizbulah û Hereket Nuceba.

Wî anî ziman ku herî kêm 200 çekdar ji van milîsan li deverê hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Devê xwe qapat bike! Xwedê yê yekem e, Xameneî yê duyem e, û Pasdaran sêyem e! ez ji wan pir, pir, pir, pir hez dikim!

BERSIV BIDE