Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî hewla ewlekirina deverên dûrdest li başûrê Kerkûkê didin

Xalid Taî

Endamine hêzên elît ên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî êrîşekê dibin ser veşartgeheke DAIŞê li Wadî el-Şayê di 26ê Nisanê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Endamine hêzên elît ên Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî êrîşekê dibin ser veşartgeheke DAIŞê li Wadî el-Şayê di 26ê Nisanê de. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî operasyonên ewlehî zêde dikin bo tunekirina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Wadî el-Şayê û kontrolkirina devera dûrdest li başûrê parêzgeha Kerkûkê bi temamî, berpirsên Îraqî ji Diyaruna re eşkere dikin.

Devera ku li navçeyê weke gelîyê mirinê tê naskirin, penageh e ji endamên DAIŞê re piştî têkçûna wan li navçeya Hewîcayê ya Kerkûkê berî du salan.

Fermandarê Lîwayê 19mîn yê Polîsê Federal, eqîd Elî Ehmed Ecêlî, got ku hêzên wî "karekî istisnayî û ciyawaz" dikin bo ewlekirina Wadî el-Şayê.

Wî ji Diyaruna re got "me gelek tedbîr kirin, tedbîrên armanc dikin ku deverê ewle bikin û li dijî çi gefa terorîst li ser gundên nezîkî gelî çêdikin derkevin".

Yekînene Polîsê Federal ê Îraqî operasyoneke lêgerînê li Wadî el-Şayê bi cih tînin, di 5ê Tebaxê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Yekînene Polîsê Federal ê Îraqî operasyoneke lêgerînê li Wadî el-Şayê bi cih tînin, di 5ê Tebaxê de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Wî got ku "me gelek dar û devî bi rûbera 18 kîlometran ji gundê Tel Hema heta bi pira Daqûqê ve rakirin ji bo ku em baş ber xwe bibînin li devra ku em bixwazin rabimalin" .

Kamîrayên germbar hatin danîn da ku çavdêrîya tevgera ne-asayî û devera armanckirî bikin bi awayekî berdewam.

Wî got ku hêz li ser 12 girên ku di ser Wadî el-Şayê re ne hatin belavkirin û not kir ku operasyonên ewlehî yên çir berdewam in daku bidin dûv bermahîyên DAIŞê û li malên wan ên mêvandarîyê û depoyên çekan ên li gelî bigerin.

Wî teqez kir ku di van her sê mehên borî de, hêzan 10 çekdar kuştin û bi dehan jî girtin, di nav wan de fermandarên DAIŞê.

Şeş endamên DAIŞê hatin girtin di destpêka Îlonê de, yên ku beşek ji şaneke xeternak bûn û serkirdeyê wan hinek mikurhatinên girîng derbarê çalakîyên wan kirin, li gorî Ecêlî.

Kendûkozên berfireh

Wî got ku bermahîyên dijmin li gelî berbelav in û bi komên ji 25 heta 40 kesî tevgerê dikin.

Wî daxuyand ku ew taktîkên xwedûrxistinê bi kar tînin, sûdê ji berfirehîya gelî û keskahîya xwezayî ya zexm li deverê werdigirin.

Wî teqez kir "lê tevî wê yekê jî, em bi awayekî xurt li hember wan derdikevin û nahêlin ku desketîyan bi dest bixin".

Wadî el-Şay meydan bû ji gelek operasyonên astbilind re yên ku hêzên elît ên Ajansa Dijî Terorîzmê û hevpeymanîya navdewletî vê salê pêk anîn, ku di encamê de serkirdeyên DAIŞê yên payebilind hatin kuştin.

Herwiha toreke tunelên kevin û korîdoreke jêrzemînî ku DAIŞê bo xweveşartinê, tevgerê û weke rêyên îmdadan bi kar dianî hatin wêrankirin.

Endamên DAIŞê yên ku di şerê rizgarkirina Hewîcayê de sax man "li Wadî el-Şayê penageheke ewle ji xwe re dîtin," şaredarê navçeya Daqûqê Liwîs Obêdî got.

Dever berfireh e, ji Girên Hemrîn û Ezîmê li parêzgeha Diyalayê heta navçeya Daqûqê li başûr, ber bi sînorê îdarî yê parêzgehên Selahedîn û Kerkûkê ve dirêj dibe, wî ji Diyaruna re ragihand.

"Gelî bi çîtikên xwe yên gelek, devî, kun û tunelên bi awayekî xwezayî hatine çêkirin navdar e, ku hişt ew bibe penageheke guncan ji terorîstan re," wî got, bi taybet ku gundên nêzîk bi temamî bê niştecî ne ji çaxê ku DAIŞê girte ser Hewîcayê di sala 2014an de.

Di nav wan gundan de Tel Îda û Semaka.

Obêdî got ku "Polîs, Artêş, hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê aniha xebatên mezin dikin daku endamên terorîst tune bikin û ewlehîyê li deverê biparêzin".

"Çalakîyên endamên DAIŞê li Wadî el-Şayê kêm dibin di encama operasyonên ewlehî yên berdewam de li wir," Burhan Asî, cîgirê serokê komîteya ewlehîyê ya encumena parêzgeha Kerkûkê, got.

Handana sivîlan ku vegerin û di gundên xwe de bi cih bibin û dest bi çandinîyê bikin dê astengîyan ji endamên DAIŞê re çêke ku li deverê çalak bin, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku "vegera nişteciyên xwecihî kilîteke bo misogerkirina aramîyê ne tenê li Wadî el-Şayê lêbelê li seranserî Kerkûkê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500